Jinên Wanê ji bo hevdîtinê amade ne
WAN (DÎHA) - Li Wanê di çarçoveya kampanyaya KJA'yê ya "Ez xwedî li Rêberê xwe, axa xwe, azadiya xwe derdikevim" ji bo hevdîtina jinan bang hat kirin.
Hevparên Kongreya Jinên Azad (KJA) ên Wanê dê di çarçoveya kampanyaya "Ez xwedî li Rêberê xwe, axa xwe, azadiya xwe derdikevim" de di 24'ê Îlonê de bi jinan re bên gel hev. Hevparên KJA'yê der barê hevdîtina jinan de li avahiya xwe bi çapemeniyê re civînek li darxistin. Parlamenterên jin ên HDP'ê Dîlek Ocalan, Bedîa Ozgokçe, Dayikên Aştiyê û endamên KJA'yê tevlî civînê bûn.
Di civînê de Hevşaredara Rêya Armûşê ya DBP'ê Rojbîn Bor axivî û diyar kir ku ew hedef dikin ku bi jinan re ku hemû hevparên jin ên bajar tevlî bibinde hevdîtinekê pêk bînin.
Li hemberî şer jin li qadanin
Parlamentera HDP'ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe jî anî ziman ku wan wekî jinên Wanê û herêma Serhedê li hemberî konsepta şer a AKP'ê kampanyaya xwe ya 6 mehan didomînin. Ozgokçe, destnîşan kir ku li hemberî şer îtiraza wan heye û wiha got: "Dewleta ku tundiya li hemberî cenazeyê Ekîn Wan nîşan da, diyar kir ku dê ev pêvajo ji bo jinan çawa derbas bibe. Di vê pêvajoyê de jin xwedî li destkeftiyên xwe derketine û dê derbikevin jî. Em bang li hemû jinên Wanê dikin ku di 24'ê Îlonê de li Parka Musa Anter tevlî hevdîtina jinan bibin."
Piştî daxuyaniyê jinan li taxên Karşiyaka û Xaçortê broşurên derbarê hevdîtinê de belav kirin.
(mb)