DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Rejîma Îranê: Xemilandina bûk û zavayan qedexe ye

 
22 Îlon
10:02 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Rejîma Îranê bi daxuyaniyekê aşkera kir ku xemilandina bûk û zava, her wiha çûna karwanên bi bûk û zava re hatiye qedexekirin û dama dawetê jî hata saet 12'ê şevê ye.

Zext û pêkutiyên rejîma Îranê ya li hemberî gelê li Rojhilatê Kurdistanê berdewam dike. Li gorî nûçeya Kurdpayê polîsên rejîma Îranê bi daxuyaniyekê diyar kirin ku xemilandina bûk û zava, her wiha çûna karwanên bi bûk û zavare hatiye qedexekirin. Di daxuyaniya rejîmê de ev tişt hatin ragihandin: "Êdî salonên dawetan dê 18 saetan kar bikin û bikaribin bûk û zavayan bixemilînin. Kesên dizewicin jî divê beriya saet 12'yê şevê daweta xwe bi dawî bikin. Dîsan bûk û zava dikarin di nava 20 saetan de wêneyan bikişînin."

Sedema van pêkanînan jî wekî 'Ji ber rêgirtina karwanên bûk û zava aciziyan çêdike' hat nîşandan. Beriya niha jî polîsên rejîmê bi daxuyaniyekê diyar kiribûn ku gelek wênegir, cilfiroş û hwd. hatine binçavkirin.

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN