HDP: Divê partiyên muxalefetê helwesta xwe li ber çavan re debas bikin
HAYRÎ DEMÎR
ENQERE (DÎHA) - Meclîsa Tirkiyeyê dê di 1'ê Cotmehê de bi "Tezkereya şer" dest bi kar bike. Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgel diyar kir ku ew ê tezkereyê red bikin û banga 'Helwesta xwe li ber çavan re debas bikin' li muxalefetê kir.
Meclîs di 1'ê Cotmehê de dest bi kar dike. Karê destpêkê yê Meclîsê li şûna lêgerînên çareseriyê dê biryara berdewamkirina şer be. Dê 'tezkereya şer' ku wekî tezkereya Îraq û Sûriyeyê ye û rastî bertekên civakê tê, ji ber 2'ê Cotmehê dema wê diqede dê meclîs roja destpêkê tezkereyê bigire rojeva xwe.
Beriya niha di nêrîna divê tezkere bên dirêjkirin de HDP'ê dengê na bikaranî bû, AKP, MHP, û CHP'ê dengê erê dabûn û 'tezkereya şer' hatibû dirêjkirin. Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen, diyar kir ku ew ê dîsa ji dirêjkirina tezkereyê re bibêjinn na û wiha got: "Dîsa rojeva yekemîn a meclîsê şer e. Biryara şer bûye karê rêveberiya Tirkiyeyê. Ji ber dihizirin dê OHAL'ê bi kaos û krîzan bidin berdewam dikirin, li şûna lêgerinên aştiyê û bi dawîkirina şer, di nava lêgerîna kûrkirin û dirêjkirina şer de ne."
Bîlgen, anî ziman ku sala borî di rewşa awarte de tezkere ji aliyê hikûmeta demkî ve hat dirêjkirin û wiha pêde çû: "Tenê HDP'ê ji şer re got na. Wê demê CHP'ê ji tezkereyê re got na lê piştre bi hizrê 'berejewendiyên dewletê parastin' ji tezkereya Iraq û Sûriyeyê dengê erê bikar anî. Ev helwesta CHP'ê nêrîna wan a li hemberî polîtîkayên îktîdarê dide diyar kirin. Ev ne tenê mijara polîtîkayên derve ye. Divê hemû kes û hemû partiyên muxalefetê, dê li kuderê rawestin helwesta xwe zelal bikin. Li derve piştgirî dana şer û li hundir jî parastina demokrasiyê tu wateya wê nîne û baweriyê nade kesekê. Divê partiyên muxalefetê helwesta xwe li ber çavan re derbas bikin."
(mb)