DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jîngeha Kedê

TUM BEL-SEN: Hemû şaredariyên dij AKP'ê hedef in

 
21 Îlon
13:39 2016

AMED (DÎHA) - Serokê Giştî yê TUM BEL-SEN'ê Omer Salih Erol li Salona Şanoyê ya Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê derbarê desteserkirina şaredariyên DBP'î da daxuyaniyek da û diyar kir ku hemû şaredariyên dij AKP'ê di hedefa hikûmeta AKP'ê de ne.

Serokê Giştî yê Sendîkaya Kedkarên Hemû Şaredarî û Rêveberiyên Xwecihî (TUM BEL-SEN) Omer Salîh Erol, Serokê TUM BEL-SEN ya Şaxa Amedê Muhsîn Uyanik û Endama Meclîsa Rêveberiya Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Gûlîstan Atasoy têkîldarî desteserkirina 24 şaredariyên Partiya Heremên Demokratîk (DBP) daxuyanî dan. Di daxuyaniya ku li Salona Şanoyê ya Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê a li Yenîşehîr a Amedê pêk hat de, xebatkarên şaredariyên Rezan, Peyas, Yenîşehîr û Sûrê amadebûn. Li ser dika ku lê daxuyanî hat xwendin pankarta li ser "Kes nikare qeyyûm bişîne bi ser îradeyên gel de" hate daliqandin.

Sekreterê Giştî yê TUM BEL-SEN Ferît Epozdemîr li vir axivî û desnîşan kir ku pêkanînên bi ser şaredariyên DBP'î yên ku qeyyûm hatine şandin û yên şaredariyên ne DBP'î yên ku qeyyûm hatine şandin ne wekî hev e. Epozdemîr diyar kir ku di serdemekî ku pêşketinên di derbarê rêveberiyên xwecihî tên jiyandin de şandina qeyyûman bi hiquq û sincê nayê danaskirin û wiha got: "Em ê heta dawiyê şaredariyên xwe biparêzin."

'Hikumet bi 28 şaredariyan nemîne'

Serokê Giştî yê TUM BEL-SEN'ê Omer Salîh Erol daxuyaniya çapemeniyê xwend û diyar kir ku şandina qeyyûm desteserkirina îradeya gel e û wiha got: "Dê şandina qeyyûman tenê bi ser 28 şaredariyan nemîne, di heman demê de şaredariyên ku li hemberî hikumeta AKP'ê serî netewîne jî werin hedefgirtin û midaxale li gelek deverên din jî dê were kirin. Êrîşa ku hatiye kirin tenê ne li hember şaredariyan, di heman demê de li hemberî me, gel û îradeya gel hate kirin."

'Bombe li sitûnên demokrasiyê hatine girêdan'

Erol da zanîn ku şaredariyên ku heta roja îro bi mifettîş û lêpirsînan nehatin desteserkirin, dixwazin bi qeyyûman bidin desteserkirin. Erol diyar kir ku bi ser xebatkarên şaredariyan de jî lêpirsîn û cureyên ji kar durxistinê hatiye kirin û wiha axaftina xwe berdewam kir: " Ji aliyekî ve şaredariyên ku perçeyek ji demokrasiyê ne hedef tên girtin û ji aliyekî din dixwazin van şaredariyan bikin dewletekî biçûk. Destdayîna şaredariyan wekî ku merev bombeyan li situnên demokrasî û dewletê girebide û bi biteqîne ye. Em ê bi gel û şaredariyên xwe re bin û em ê li şaredariyan xwedî derkevin."

"Dewsa komkujiyan li Kurdistanê ji kar girtin û qeyyûm girt'

Endama Meclîsa KESK'ê Gûlîstan Atasoy jî da zanîn ku kes nikare bêje "di 15 Tîrmehê de pêşî li darbeyê hatiye girtin" û wiha bi dawî kir: "Hikumeta AKP'ê fersendek bi kar anî û niha helwesta darbeyê tê berdewamkirin. Dewsa komkujiyên li Kurdistanê niha ji kar girtinê girtiye. Em ê li ber xwe bidin."

(vd-ua/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN