DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Çanda dengbêjiyê li Radyoya Dunya geş dibe

 
21 Îlon
10:18 2016

EDENE (DÎHA) - Li Edeneyê dengbêj bi bernameya "Şevbihurka Dengbêjên Dengê Bê Sînor" çanda dengbêjiyê dide jiyandin.

Bi riya Radyoya Dunya ya ku li Edeneyê weşana xwe dike dengbêj bi bernameya "Şevbihurka Dengbêjên Dengê Bê Sînor" dixwazin çanda dengbêjiyê bidin jiyîn. Pêşkêşvanê bernameyê û berpirsê Mala Dengbêjan a girêdayî MKM'a Edeneyê Zulkuf Tezkorkmaz, diyar kir ku ji sala 2009'an heta niha ew di Radyoya Dunya de bernameya dengbêjiyê çêdikin, bi hevkariya MKM'ê û radyoyê ew her hefte roja Çarşemê ji Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê dengbêjin dawetî bernameya xwe dikin.

Tezkorkmaz, bi lêv kir ku ji bo çanda dengbêjî winda nebe ew xebatan didin meşandin û wiha got: "Em hewl didin ku mîrasa dengbêjiyê ji nifşên nû re bihêlîn. Em bi bernameya ku di radyoyê de pêşkêş dikin dengê xwe digihînin hemû kesî. Ji bo pêşketina zimanê kurdî û pêşî girtina asîmlasyonê divê xebatên wiha bên berfirehkirin. Dengbêjî çandek kevnare. Divê ev çand bê jiyandin û divê em xwedî li çand, ziman û dîroka xwe derkevîn."

Tezkorkmaz, anî ziman ku ji ber ku ew çanda xwe didin jiyandin rastî zextan tên û wiha axivî: "Em nikarin bi awayekî azad çanda xwe bijîn û nikarin bi awayekî azad çanda xwe bi gelên din re parve bikin. Binêrin em li Edeneyê dirûnin, ger em biçin aliyê bakur ê Edeneyê û çend stranên xwe bêjîn em ê rastî êrîşan bên. Ji ber wê em ne azadin. Em dixwazîn bi awayekî azad xwe îfade bikin. Lê ligel hemû astengiyan jî em ê çanda xwe ji nifşên nû re ragihînin."

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN