Bi EKO-JIN'ê berhemên xwe diafirînin
DERSIM (DÎHA) - Berhemên li navçeya Pulurê di bin banê EKO-JIN'ê de tên afirandin, hem hevrejiyana jiyan saz dike û hem jî berhemên ku ji hêla jinan ve tên afirandin dibe bingeha aboriya wan.
Berî 3 salan li navçeya Pulurê ya Dersibê ji hêla 3 jinan ve EKO-JIN hat avakirin, destpêkê di bin vê sîwanê de ji hêla jinan ve nan dihat petin, di demên dawî de fasûliyên ku ji hêla jinan ve hatiye çandin, bi hev re berhev dikin û têkiliyên di navbera jin û axê de dide avakirin. Jinên EKO-JIN'ê berî 4 mehan fasûliyên ku çandibûn, niha bi hev re berhev dikin. Di saetên sibehê de diçin ser kar û di navbera xwe de karbeşiyekî dikin.
‘Têkiliyên me bi axê re çê dike’
Fasûliyên ji hêla jinan ve ji kokê ve tên rakirin û li ser hev tên kom kirin, piştî çend rojan fasûliyên wan tên bijartin. Endama Komîsyona Aboriyê ya Kongreya Jinên Azad (KJA) Songul Erden, der barê xebatên EKO-JIN'ê de agahî da û ev tişt got: "Me wekî jinên EKO-JIN'ê bi çêkirina nan dest bi aboriya xwe kir. Afrînerên esil ên aboriyê jin in. Dema jin bixwazin dikarin her tiştî bikin. Em wekî EKO-JIN'ê nêzî salekî ye nan çê dikin. Havîna îsal jî me fasûlî çêkirin. Armanca me ew bû jinên ku ji hêla pergalê ve ji axê hatine dûrxistin, careke din wan bi axê re hevrû bikin."
Erdem aşkera kir ku tişta ew li Pulurê dibîne, pergalê mirov gelekî hîmê rihetiyê kiriye û diyar kir ku bi EKO-JIN'ê hin tişt tên sererastkirin û got "Baweriya me bi jinan heye û dikarin her tiştî bikin."
Xebatkara EKO-JIN'ê Besîme Erenler jî destnîşan kir ku heke jin bixwaze di her qada aboriyê de dikare cihê xwe bigire û bal kişand ser piştevaniya jinê. Erenler diyar kir ku xebata kollektîf gelekî girîng e û anî ziman ku planên wanên hêj mezintir ku jinan tevli bikin hene.
(ms)