Yuksekdag: Şaredarî veguherandin qereqolan
ENQERE (DÎHA) - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di civîna MP a HDP'ê de axivî bal kişand li ser tayînkirina qeyûman û diyar kir ku hikûmeta AKP'ê bi tayînkirina qeyûman ve şaredarî veguherandiye qereqolan.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag li Enqerê Navenda Giştî ya HDP'ê di civîna Meclîsa Partiyê ya HDP'ê de axivî û mijarên wekî qeyûm, hewldana darbeyê, dûrxistina kedkar û karkeran, operasyonên Rojava nirxand. Yuksekdag da zanîn ku hikûmeta AKP'ê li hemberî gelê demokrat û aştîxwaz darbeyê dike û tehemûla AKP'ê ji fikrên cûda tune ye ji ber vê yekê jî şaredariyên kurd vedigerîne qereqolan.
Yuksekdag diyar kir ku ew ê wekî HDP'ê li hemberî hikûmeta AKP'ê her tim fikrên cûda biparêzin û wiha axivî: "Dema ku mirov lê dinêre tehemûla AKP'ê ji fikrên cûda nema ye. Gelên ku aştî û demokrasiyek mayînde dixwazin dibin hedefa hikûmeta AKP'ê. Em ê jî wekî partiya gelan her tim li hemberî vê helwesta AKP'ê bi awayekî hêz têbikoşin û demokrasiyek mayînde bînin vî welatî."
'Bi zora çekan şaredariyan desteser dikin'
Yuksekdag bal kişand ser tayînkirina qeyûman û wiha pêde çû: "Armanca hikûmetê aşkera li holê ye. Hikûmeta ku li Kurdistanê di hilbijartinan de encamek serkeftî dest nexist û negihîşt armanca xwe niha radibe bi zora çekan îradeya gel desteser dike û dest datîne ser şaredariyên kurd. Mixabin Tirkiye ji aliyê hişmendiyek wiha tê rêvebirin."
'Şaredarî vegerandin qerekolan'
Yuksedag destnîşan kir ku hikûmeta AKP'ê şaredariyên kurd vegerandine qereqolan û wiha berdewam kir: "Ev salek e hemû kûçe û kolanên bajarên kurdan qerekol tên çêkirin. Ev têra wan nekir niha jî şaredariyên kurd bi darê zorê bi tang û topan dorpêç dikin û şaredariyan vedigerînin qereqolan. Ev hişmendî tenê dijminatiyê dixwaze dijî vê tu tiştên din naxwaze."
'Em ê hişmendiya AKP'ê bişikînin'
Yuksekdag bilêv kir ku ew ê li hemberî darbeya siyasî, demokrasî û aştiyê biparêzin û wiha got: "Hemû kes dizane ku di bin navê operasyonên rêxistina FETO de li hemberî gelê ku demokrasî û aştiyê dixwazin darbeyek siyasî hatiye destpêkirin. Lê em ê wekî partiya bi milyonan gelî diparêze heta dawiyê li hemberî vê hişmendiya hikûmeta AKP'ê bi awayekî hêz têbikoşin û vê hişmendiyê bişikînin."
'Hişmendiya hiikûmeta AKP'ê berjewendiyan diparêz e'
Yuksekdag got ku ew tu qanûn û biryarên Qesrê û AKP'ê nasnakin û dirêjî da axaftina xwe: "AKP bi fermana Qesrê radibe û qanûnên ku tu wateya vê tune ye derdixe. Em van qaanûnan nasnakin. Ger qanûn bên amadekirin û derxistin divê mafê hemû gelan tê de bên parastin. Lê hişmendiya hikûmeta AKP'ê li gorî berjewendiyên xwe tevdigere û dixwaze welatê me perçe bike. Ji ber vê yekê em qanûnên ku dij mirovahayê ne û parastina hemû civakê tê de neyê dîtin nasnakin."
'Ev krîza dewletê ye'
Yuksekdag qala serdema perwerdeya nû kir û ev tişt anîn ziman: "Di serdema perwerdeya nû de milyonek xwendekar bê mamoste ne. Herî kêm 50 hezar kedkarên perwerdeyê ji kar hatin dûrxistin. Ez vê wekî krîza dewletê pênase dikim. Lê hikûmeta AKP'ê li hemberî vê bêedaletiyê hêj bêdengiya xwe didomîne. Ger AKP şerm neke dê ji bo her xwendekarekê jî qeyûmê diyar bike."
'Riyê çareseriyê gelek in'
Yuksekdag herî dawî ev tişt gotin: "Ger mirov bixwaze riyê çareseriyê gelek in. Peyama ku çend roj berê ji aliyê birêz Ocalan ve hat dayîn careke din derxist holê ku rêyên çareseriyê hene. Peyama birêz Ocalan gelek girîng e. Birêz Ocalan dibêje ku ger dewlet bixwaze û heyetek biserxwe ava bike ez ê hevtîtinê bikim û di nava 6 mehan de dê ev pirsgirêk bên çareserkirin. Lê li hemberî vê peyamê hikûmet bêdengiyê tercîh dike."
(fd/sa)