Ozgen: Berxwedan dê ber bi navendan ve mezin bibe
AMED (DÎHA) - Hevserokê Giştî yê KESK’ê Lamî Ozgen aşkere kir ku li hemberî ji kar girtina mamosteyên Egîtîm Senê dê berxwedan ber bi navendan ve bê mezinkirin.
Hevserokê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemawerî (KESK) Lamî Ozgen ji bo ku piştgiriyê bide mamosteyên ji kar hatin durxistin hat Amedê û li 1'emîn Şaxa Egîtîm-Sena Amedê civîna çapemeniyê li darxist. Di civîna ku li Salona Civînê ya Egîtîm Senê pêk hat de Sekreterê Giştî yê Egîtîm Senê Mesut Firat, Hevseroka SES’ê ya Şaxa Amedê Selma Atabey û bi dehan mamosteyên ku ji kar hatibun durxistin amade bûn. Kedkarên ji kar hatin avêtin di daxuyaniyê de tîşortên li ser “Dest nedin mamosteyên me” û berdilkên Egîtîm-Senê li xwe kirin. Kedkaran beriya ku daxuyanî dest pê bike gelek caran dirûşmeyên “Em ê bi berxwedanê serkeftinê bi dest bixin”, “An em bihevre an jî ne kes ji me” , “Bijî berxwedana me ya bi rêxistinkirî” berz kirin.
‘Em kesên ku lîste amadekirine baş nas dikin’
Berdevka Demê ya Platforma Şaxên KESK’ê ya Amedê Salîha Zorlu li vir axivî û anî ziman ku darbeya ku hikumeta AKP’ê daye destpêkirin her ku diçe belav dibe û wiha got: “Em baş dizanin bê kê ev lîste amadekirine. Dixwazin kedê bê KESK bihêlin. Em ê sibehê bi giştî biçin dibistanan û heta ku em kesek tenê jî bimînin em ê berxwedana xwe berdewam bikin.”
‘Plana qirêj di ser sendîkayên ajan de hatin meşandin’
Piştî Zorlu, Hevserokê Giştî yê KESK’ê Lamî Ozgen jî diyar kir ku êrîşa heyî topyekûn hatiye destpêkirin û wiha got: “Dixwazin bi KHK’yan sendîkayan vala bikin. Vê yekê jî di ser sendîkayên xwe yên kontra, ajan û hevkarên xwe pêk tînin. Biryara OHAL’ê pêlên darbeyan e. Şandina qeyûman jî perçeyek ji vê ye.
‘Plana çalakiyên me amade ye’
Ozgen destnîşan kir ku êrîşa hatiye kirin li pêşeroja zarokan hatiye kirin û wiha pê de çû: “Li hemberî hiquqa darbeyê em ê berxwedanê ber bi navêndê ve mezin bikin. Sibehê dema dibistan vebin dê hevalên me biçin dibistanan û şagirt û malbatan dê têkîldarî ji kar girtina mamosteyan hişyar bikin. Ji ber dibistanan ber bi navenda bajaran ve meş were kirin, çalakiyên rûniştinê û dê daxwaznameyên îtîrazan dê were dayîn.”
‘Em ê teqez biserbikevin’
Ozgen axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji navendan ber bi Enqerê ve dê çalakî werin li darxistin. Heta hemû hevalên me yên ji kar hatine durxistin û vegerin ser karên xwe dê çalakiyên me berdewam bikin. Bi TOMA yên xwe tên, bi gaz, girtin û kuştina xwe tên bila werin em dev ji berxwedanê bernadin. Bila dost û dijmin zanibe em ê bi serkevin, teqez em ê bi serkevin.”
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.
(kom/bg/mae)