Yuksekdag: Girtina Altinors komployekî siyasî ye
ENQERE (DÎHA) - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag têkîldarî girtina Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Alp Altinors got ku ev operasyonekî kompyola siyasî ye û wiha berdewam kir: "Li hemberî me dewleta hiqûqê tuneye. Darazekî bûye lingê îxtidarê Tirkiyeyê bi rêve dibe."
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag têkîldarî girtina Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Alp Altinors ê ku ji ber tevlî merasîma cenazeyê Zakîr Karabulut ê di qatlîama 10'ê Cotmena 2015'an de jiyana xwe ji dest da bûbû hate girtin li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê li dar xist. Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen, Parlamenterê HDP'ê Muslum Dogan, Endama Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê Aysel Tugluk, Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) ê Enqereyê Alîşan Şahîn û Hevseroka HDP'ê ya Enqereyê Bîrsen Kaya tevlî daxuyaniyê bûn.
'Dek û dolabek î hatiye amadekirin e'
PArêzer Alîşan Şahîn ewil axivî û têkîldarî pêvajoya binçavkirina Altinors hin agahî parve kir. Şahîn wiha got: "Ev lêpirsîn dek û dolabekî hatiye amadekirin e. Naverako wî pûç e. Di dosyayê de heta niha biryara 18 girtinan heye. Îdia ev e; ji ber ku tevlî merasîma cenazeyê Muhammed Zahîr Karabulut ê du di qatlîama 10'ê Cotmehê de şehîd bû, bûne û ji wir jî çûne li qadekî daristanê û ji bo tevlîbûna ji bo rêxistinê propaganda kirine, ji bo rêxsitninê mirov peyda kirine. Lê tiştekî ku vî îdiayê piştrast bike jî jibilî gotinên 3 îtirafkaran delîlek jî tuneye."
AA'yê bin pê kir dozger bêdeng ma!
Şahîn anî ziman ku di dosyaya ku Altinors hatiye girtin de biryara veşarîbûnê heye û wiha axivî: "Lê bi nûçeya ku Ajansa Anadoluyê çêkir ve ev biryara veşarîbûnê hat binpêkirin. Me ev di hemû merhaleyê lêpirsînê de anî ziman. Lê bersiva ku dan me wiha bû 'hûn dikarin biçin gilî bikin, riyên we yên qanûnî vekiriye em nikarin ji bo vê titekî bikin.' Lê dosya ne dosyaya me ye. Divê dozgerê dosyayê xwedî li dosyayê derkeve. Hem lêpirsîna îdarî hem jî gilî divê ji aliyê dozger ve bihata kirin."
'Biryar berê diyar bu'
Şahîn, destnîşan kir ku darizandina dadger jî ne hiqûqî ye û wiha got: "Qedexe ye ku qeneetê aşkere bike. Lê dadger li gorî qeneete pirs pirsîn. Bi vî rengî biryar dan ku hevalê me Alp bê girtin. Em dê biryara girtina hevalên xwe îtîraz bikin. Em dê şopdarên dozên wan bin. Em dê têkildarî nelirêtî, bêhiqûqî û dijzagoniyê serlêdanên sûc bikin. Şikdar ji me veşarin. Em nexistin miruriyeta polîsan û dadgehê. Ji me re got şikdar we qebûl nakin. Ji wan re jî gotin 'Parêzer nehat'
Bi derewan dosya amade kirin. Ger ku şikdar me qebûl nake divî li ruyê me bêje we qebûl nake. Hin parêzer ji CMK'ê tayîn kirin. Hiqûq xistin bin piyan."
'Li dijî HDP'ê operasyona komploya siyasi heye'
Piştî Şahîn Hevseroka Giştî ya HDP'ê Yuksekdag jî diyar kir ku ev ne dozek hiqûqî ye û wiha got: "Binçavkirin û Girtina Alp Altınors rewşa hiqûqê ya li Tirkiye nîşan dide. Êdî pir aşkere ye ku li hemberî me dewletek hiqûqê tune ye. Dewlet û daraz di destê îktîdarê de ye. Îktîdara siyasî li Tirkiye her tiştî li gorî xwe bi rêve dibe. Ev komploya siyasî ya li hemberî HDP'ê ye. Ev operasyona komployê ye. Yên ji dozên Ergenekon, Balyozê serbest berdan. Di demên dawî de di bin navê têkoşîna li dijî darbekaran de hevalên tên binçavkirin û girtin. Girtina Altinors jî perçeyê vê operasyona komplo ye."
Yuksekdag, bal kişand ser sedema girtina Altinors û wiha got: "Di medyayên îktîdarê de îdîaname û fezleke tên nivîsanin. Piştî binçavkirinan serwisî midûriyeta polîsan dikin. Beşdariya merasima cenazeyan wekî sûc derdixin pêşberî wan. Li aliyê din Altinors li Midûriyeta Polîsan a a Enqereyê rastî îşkenceyê hat. Rastî îşkencyea fîzîkî û derûnî hat. Bi zorê dan rûniştandin û rakirin."
(sa-mae)