DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Waliyên bajarên kurdan gazî Enqereyê kirin

 
18 Îlon
10:27 2016

ENQERE (DÎHA) - Bi banga Wezareta Karên Hundir waliyên bajarên kurdan ji bo beşdarî civîna ewlehiyê bibin hatin Enqereyê.

Ji bo civîna ewlehiyê ya ku dê îro bi serokatiya Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu waliyê 22 bajaran gazî Enqereyê kirin. Waliyên Semsûr, Agirî, Semsûr, Agirî, Erdexan, Êlih , Bedlîs, Çewlîg, Amed, Xerpêt, Dîlok, Colemêrg, Îdir, Qers, Mereş, Kilis, Meletî, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Riha, Şirnex, Dersim û Wan hate hînbûn ku hatine Enqereyê û di civînê de operasyonên li herêmê dê bên nirxandin.

Civîn dê saet di 10..'an de li Mala Wilayetê ya Golbaşî pêk bê.

Di civînê de Fermandarê Giştî ya Cendirmeyan Yaşar Guler, Midûrê Giştî yê Polîsan Selamî Altiok, Musteşarê Ewlehî û Nîzama Cemaweriyê Muhammed Dervîşoglu û buroksariya ewlehiyê cih bigirin.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN