Li Dêrsîmê peywira 419 mamosteyan hat îadekirin
17 Îlon
09:08
2016
DÊRSÎM (DÎHA) - Li bajarê Dersîmê ji ber 504 mamoste û kedkar ji kar hatibûn dûrxistin mamosteyan bi piştgiriya gel çalakiya rûniştinê dabû destpêkirin. Berxwedana mamosteyan a bi piştgiriya gel pêk hat encam da. Walîtiya Dêrsimê bi dauyaniyekê aşkere kir ku, peywira 419 mamosteyan hatiye îadekirin
Bi Biryara Hikmê di Zagonê (KHK) de 418 jê mamoste, 86 kedkar tevahî 504 kes ji peywirê hatibûn girtin.
Walîtiya Dêrsimê têkildarî ji peywirgirtina mamosteyan daxuyaniyek da û aşkere kir ku peywira 419 mamosteyan hatiye îadekirin û hat gotin ku pirsiyariya 85 kesan jî dewam dike.
Ligel ku peywira mamosteyan had îadekirin ji ber lîsteya ku dê kîjan mamoste vegere peywirê ne diyar e ku dê roja duşemê kîjan mamoste dest bi kar bikin.
(ot)