DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

'Li dijî qeyûman berxwedan deynê stûyê me ye'

 
16 Îlon
09:02 2016

STENBOL (DÎHA) - Jinên ku li dijî tayînkirina qeyûman nerazîbûn nîşan dan diyar kirin ku ev li dijî îradeya jinan êrîş e û peyama "Tiştên ku diqewime darbeyeke sivîl e. Li hemberî vê darbeyê berxwedan deynê stûyê me ye" dan.

Hikûmeta AKP'ê qeyûm tayînî 24 şaredariyên DBP'î kir û şaredarî hatin desteserkirin. Li divî pêkanînên hikûmeta AKP'ê nerazîbûn didomin. Li Stenbolê jinên ku li hemberî tayînkirina qeyûm nerazîbûn nîşan dan diyar kirin ku pêvajo bi awayeke nehiqûqî pêşketiye di serî de jin gel dê vê rewşê tu caran qebûl nekin.

Jina bi navê Fîlîz Karakuş tayînkirina qeyûman wekî desteserkirina îradeya gel nirxand wiha got: "Yên ku piştî darbeya 15'ê tîrmehê gotin dê demokrasî bê di esasê xwe de darbe pêk anîn. Karakuş bilêv kir ku dewletê îradeya gelê kurd dagir kiriye û wiha berdewam kir: "Piştî ku qeyûm hatin tayînkirin tiştên ku qewimîn bi awayeke zelal dagirkirinê radixe ber çavan. Wekî ku şer heye, şaredarî jî qada şer in û ji leşkerên dijmin tên dewrgirtin bi vî awayî tevdigerin." Karakuş destnîşan kir ku şaredariyên ku qeyûm hatine tayînkirin îradeya gel temsîl dikirin û nirxandina "Di van şaredariyan de sîstema hevserokatiyê heye û şaredarên wan jî jin in. Ji ber vê yekê jî ev yek di heman demê de desteserkirina îradeya jinan e" kir.

'Divê şaredariyên li Tirkiyeyê piştevaniyê bidin'


Fadîme Çelebî jî piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê OHAL a ku hat îlankirin li ser hemû civakê pêk tê û wiha berdewam kir: "Tayînkirina qeyûman jî di rewşeke nedemokratîk de tê kirin. Şaredariyên ku bi hezaran, milyonan kesan deng dane bêyî ku bingehekî qanûnî û qanîna esasî hebe qeyûm tên tayînkirin. Îradeya Tirkiyeyê ya bijarteyan nayê naskirin." Çelebî destnîşan kir ku tayînkirina qeyûman çareserî nîne ji ber vê yekê jî gel bi awayeke xwezayî vê rewşê şermezar dike, dewlet li Kurdistanê metîngeriyê û pêkanînên faşîst bi awayeke cidî hewl dide ku pêk bîne, qeyûm jî parçeyekî vê yekê ne. Çelebî destnîşan kir ku ji bo ku pêşiya mêtingeriyê bê girtin şaredariyên li Tirkiyeyê piştevaniyê bidin şaredariyên ku qeyûm hatine tayînkirin û wiha axivî: "Tu hikmê van qeyûman ne ji bo gel ne jî ji bo em jinan tuneye. Yên ku bi îradeya gel tên ancax dikarin bi îradeya gel ve biçin. Em qeyûman nas nakin."

'Ev tiştên diqewimin darbeya sivîl e'

Jina bi navê Ozgul Sekî jî têkîldarî tayînkirina qeyûman wiha got: "Dîroka berxwedana kurd jî hemû çînên ku piştgirî dan wan jî nîşan da ku vê yekê nikarin li ser esasê qanûnan pêk bînin. Ji ber ku hemû kes dê li ber xwe bidin li kolanan bin û qadên xwe yên jiyanê biparêzin di vê yekê de bi biryar in." Sakî bilêv kir ku AKP bi taybetî li şaredariyan li dijî sîstema hevserokatiyê şerek vekiriye û wiha axivî: "Li gorî wan jin tenê zayenda tê eciqandin heye lê em ê li ber xwe bidin. Ev darbeya sivîl e. Li hemberî vê darbeyê berxwedan deynê stûyê me ye."

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN