DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Pirtûka 'Solgun Sari' dîroka komkujî û bajêr bi hevre dirêse

 
15 Îlon
09:06 2016

DİCLE MUFTUOGLU

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Nivîskar Sadik Aslan, bi pirtûka “Solgun Sari” hem dîroka bajarvaniya Mêrdîn û hem jî dîroka komkujiya ku di nava rûpelan de hatiye veşartin yek bi yek ronî dike.

Bajarê Mêrdîn ku bi mîmariya kevirên zer balê dikişîne ser xwe, bi çand û kevneşopiya bajarvaniyê jî di axa Mezopotamya ew qas qedîmd û balê dikişîne ser xwe. Bajarê ku hemû bawerî, gel, çand, nasname di nava hev de dijîn ew qas jî di kurahiya dîrokê de komkujî pêk hatine. Dîroka bajarê qedîm ji aliyê hêzên desdest li ser gelê herêmê komkujiyên mezin pêk anîne. Çîrokê van komkujiyan hem bi devkî û hem jî bi nivîskî di pûrtûkan de heta îro hatiye. Nivîskar Sadik Aslan jî bi pirtûka “Sai Solgun" di weşanxaneya Lîsê de hat çapkirin. Aslan di pirtûka xwe de cih dide 7 cîrokên cuda. Di van çîrokan de geşedan û êşên li ser axa Mezopotamya jiyaye dinivîse. Dîsa têkilî û parvekirina di navberên civak û baweriyên ereb suryanî, ermenî, kurd, tirk, misliman, xiristiyan, êzîdî, elewî yên ji aliyê serdest û bindestan ve çawa hatiye bikar anîn digire dest. Dîsa di çîrokan de hin caran kesên bindest piştî serdemek din dibe serdest. Ayşe Gunaysu di pêşgotinê de diyar dike ku tenê her tişt bi jiyanê nayê famkirin û ger ku wisa bûya ew qas zilm û xerabî çênedibû. Ayşe Gunaysu, destnîşan dike ku pirtûkên dîrokê dane, belge, agahî û zanyariyên rojên borî li ber çavan radixe û pêşiya mirovahiyê ronî dike. Gunaysu, diyar dike ku jiyan vedana dîrokê ye.

Nivîskar Aslan jî di pirtûka xwe de bi zimanekî zelal û sade geşedan û çîrokên diroka civak û baweriyên li vî bajarî bi hêza zimanê wêjeyî û şibandinê bi awayekî herikbar vedibêje. Bi hêza zimanê wêşeyî mirovan dibe nava kolan, mimarî, civak û baweriyên Mêrdîn ên hezar salan. Dîsa dibe li nava şahî û êşên wan, parvekirinên bawerî û civakî digerîne û tama wan rojan ji nûve zindî dike.

Çand, bawerî, îbadet û parvekirina di nava hevde hatiye hûnandin û dîsa di heman demê de xweseriyên ji hev hatine veşartin û parastin jî dîsa bi heman zimanê wêjeyî tîne ziman.

Dêr hin caran stargeh hin caran perestgeh,

Aslan, di pirtûka xwe de qala suryaniyan jî dike û perçeyên jiyana wan kirine çîrok. Disa behsa ibated stargeh û perestgehên wan jî dike. Ev dêrên ku cih û warên bawerî û îbadetê çawa hem bûye stargeh û hem jî çawa bûye perestgeh vedibêje.

Di pirtûkê de behsa şervanên vir jî tê kirin. Behsa êşa Tor’ê jî dike û destnîşan dike ku ji ber van serpêhatiyan divê em lêborînê xwe ji suryanî, ermenî û êzidiyan bixwazin.

Aslan kî ye?

Aslan di sala 1977'an de li gundê Hêştrek ê Mîdyata Mêrdîn de ji dayik bû. Dibistana seretayî û navîn li Kerboranê xwend. Beşa Hiqûqê li Zanîngeha Marmara fakulteya hiqûqê xwend. Salk û nîvekê di sala 1998'an de hat girtin. Piştî hat berdan tev li PKK'e bû. Di sala 2007'an de li Sûrê hat girtin. Pişti hat girtin rastî 22 sal ceza hat. Aslan, niha li Girtîgeha Tîpa E ya Trabzonê girtî ye. Pirtûka Aslan a “Gundogumuna yuruyuş” jî berê hatibû çapkirin.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN