DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Pirtûka 'Mafê Neteweyên Qedera Xwe Bixwe Tayîn Dikin û Kurd' derket

 
13 Îlon
12:16 2016

STENBOL (DÎHA) - Pirtûka bi navê "Neteweyên Mafê Qedera Xwe Bixwe Tayîn Dikin û Kurd' a ji hêla Prof. Dr. Norman Paech û Dr. Sebahattîn Topçuoglu ve hatiye nivîsandin, ji Weşanxaneya Amarayê derket.

Ji pirtûkên der barê neteweyan û kurdan de yeke din jî lê zêde bû. Pirtûka bi navê "Neteweyên Mafê Qedera Xwe Bixwe Tayîn Dikin û Kurd' a ji hêla Prof. Dr. Norman Paech û Dr. Sebahattîn Topçuoglu ve hatiye nivîsandin, ji Weşanxaneya Amarayê derket. Pirtûk meseleya kurd di çarçoveya neteweyên qedera xwe bi xwe tayîn dikin de hatiye dest girtin û li ser mînakên cîhanê jî radiweste, wekî lêkolîneke hiqûqî digire dest. Pirtûk li ser çar sernavên bingehîn hatiye dest girtin, di aliyê meseleya polîtîk a kurd û çarçoveya hiqûqî de maf û wekî kêmar kurd digire dest.

Di beşa duyemîn de li ser konsepta parastina kêmaran û asta wê ya navneteweyî disekine. Di beşa sêyemîn de li ser civakên bi xwe qedera xwe diyar bikin, di beşa çaremîn de divê kurd çarçoveya qedera xwe ya polîtîk çawa tayîn bikin radixe ber çavan. Her wiha di pirtûkê de mînakên xweseriyê yên Îspanya, Brîtanya û Ewropayê jî tên dayîn.

Wekî gel kurd

Prof. Peach û Dr. Topçuoglu, di lêkolînên xwe de li ser taybetmendiyên serbixwe yên kurdan de ev tişt anîne ziman: "Zinanê kurdî bi zimanê erebî û tirkî re tu aliyekî wanî hevbeş tune, ev jî serbixweya gelê kurd bi zelalî radixe ber çavan. Her wiha, her çendî ji hêla dewletan ve hatiye tepisandin û tune hesibandin jî tu taybetmendiyên xweyî otantîkî winda nekiriye û di aliyê wejeyî û çanda muzîkê de taybetmendiyên xwe diparêze."

Pirtûka gelek taybetmendiyên çand û dîroka Kurdistanê di naveroka xwe de dihewîne, ji Weşanên Amarayê derket pêşberî xwendevanên xwe.

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN