DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Cîhan

Kati Piri: OHAL bûye amûrê zextên li ser Kurdan

 
13 Îlon
10:56 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Raportora Tirkiyeyê ya Parlementoya Ewropayê (YE) Kati Piri têkildarî hewla derbeyê ya 15'ê tîrmehê axivî û got ku OHAL li dijî Kurdan bû ye amûrê zextan. Piri diyar kir ku wan di destpêkê de derbe protestokiriye û anî ziman ku rayedarên AKP'ê ji bo nasandina Cemaeta Gulen li YE yê xebat meşandin.

Raportora Tirkiyeyê ya Parlementoya Ewropayê Kati Piri berî rûniştina nirxandina bûyerên piştî 15'ê tîrmehê li

Parlementoya Ewropayê axivî û got ku li Tirkiye Rewşa Awarte (OHAL) bûye amûra zextên li ser kurdan.

Herwiha Piri qeyûmên ku dewleta Tirkiyeyê anîn ser şaredariyê bajarên kurdan û ji kardûxistina nêzî 12 hezar mamosteyî bi bîr anî û got: "Rewşa Awarte wek ji bo hewldana derbeya leşkerî hat pêkanîn, êdî bûye amûrek ji bo sepandina zextan li ser kurdan."

Ji aliyekî din ve, raportora Ewropayê diyar kir ku di van hersê salên dawî de Tirkiye ketiye xetekê ku wê dûrî YEyê dibe, lewra li gel ku gotûbêj berdewam jî dikin, ne pêkan e di van mercan de Tirkiye bibe endam.

Piri bersiva rexneya ên ku dibêjin "piştgiriyeke xurt ji Ewropayê li dijî hewldana derbeya leşkerî nehat" da û wiha got: "YE ji pêşî ve hewldana derbeyê bi tundî şermezar kir lê wan bandorên hewldana derbeya leşkerî li ser xelkê biçûk dît". Herwiha parlementera Holendî li ser rexneya Tirkiyeyê ya dibêje "Ewropa piştgiriya Cemaeta Gulen dike" wiha axivî: "Berovajî wê, tevgera Gulen bi salan ji aliyê AKPê ve li Brûksel û Ewropayê hat nasandin û piştgirtin".

(ot)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN