DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Şanoger di cejnê de bi zarokên nisêbînî re ne

 
13 Îlon
10:07 2016

MÊRDÎN (DÎHA) - Endamên Şanoya Derme ya Stenbolê, Akedemîsyenên ji bo Aştiyê û xebatkarên Daîreya Xizmetê ya Civakî a Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê dê 4 rojan bi zarokên Nisêbînê re bin.

Endamên Şanoya Derme ya Stenbolê, Akedemîsyenên ji bo Aştiyê û xebatkarên Daîreya Xizmetê ya Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ji bo bandora şer a li ser zarokan tesîr kiriye ji ser wan bavêjin hatin Nisêbînê. Şanogerên ku hatîn Nisêbînê dê ji bo zarokan pandomîm, şano, drama û gelek lîstikên cuda pêşkêş bikin. Şahiyên ku li taxên Elîka, 8 Mart, Bahçebaşi pêk hatîn rastî eleqeyek zêde ya zarokan hat. Lîstik û şahiyên ji bo zarokan were kirin dê 4 rojan bidome.

'Yên herî zêde ji şer bi bandor dibin zarok û jin in'

Endama Şanoya Derma ya Stenbolê Derya Saglam diyar kir ku armanca wan ji bo bandora şerê qirêj li Nisêbînê hat meşindan li ser zarok û jinan rakin û wiha axivî: "Şahiya me dê 4 rojan berdewam bike. Em ê li hemû taxan bigerin. Bi lîstikên kolanan em ê xwe bigihêjînin hemû zarokan. Li vir em hemû baş dizanin ku şerekî qirêj hat kirin. Bê guman ji vî şerî herî zêde zarok û jin bi bandor bûn. Em dixwazin şopên şer ji ser wan bikin. Em ê li vira dengê aştiyê bilind bikin."

(kom/no)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN