DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

49 sal e li tembûrê dixe ji gotina xwe nayê xware

 
13 Îlon
09:03 2016

ÎZMÎR (DÎHA) - Hostayê tembûrê Huseyîn Ozer ev 49 sal e li tembûrê dixe, der barê êrîşên li dijî civaka elewî de ev tişt got: "Pîr Sultan Abdal li dijî xirabiyê li ber xwe da. Em ê jî li ber xwe bidin. Em ê gotina xwe timî tim bînin ziman."

Tembûr di çanda civaka elewî de xwedî cihekî taybet e û gelek pisporên tembûrê jî ji welatiyên elewî derdikevin, yek jî van pisporên tembûrê jî Huseyîn Ozer e. Ozer penaberê Xoresanê ye û 49 sal e bi tembûrê re hevaltiyê dike, li kuçeyên Îzmirê de ji xwe atolyeyek vekiriye li dijî hemû êrîşên çandê li berxwe dide.

Ozer da zanî ew her tembûra ku çê dike tiştekî nû jê hîm dibe û aşkera kir ku tembûr bi keda destan tê çê kirin. Ozer got ku hew mehê herî zêde 3-4 tembûran çê dike û ew nikare bi leza fabrîqeyan re bikeve reqabetê û der barê tembûrên fabrîqeyê de jî ev tişt got: "Niha hostayên nû rojê 100 tembûrî çêdikin. Lê tembûrên ku tên çêkirin di mehekî de an paxs digirin an jî perdeyên wan davêjin. Temenê van tembûran herî zêde salek e, lê ji ber buhayên wan guncav e wan distînin." Ozer bi lêv kir ku karê tembûrê karekî kedê dixwaze ye û wiha pêde çû: "Ev 49 sal e ez vî karî dikim lê hêj ez çirax im. Di her tembûrê de tiştekî nû hîm dibim. Ji ber wê jî fabrîqeya tembûrê nabe. Kedê dixwaze."

Ozer aşkera kir ku kalê wî di malên cemê de li tembûrê dida û ji wê rojê heya niha bi evîneke mezin li hêstên xwe tîne ziman. Ozer bal kişand ser wêderkirna elewiyan jî û piştrast kir ku ji Kerbelayê heta niha li ser elewiyan zext û zordarî berdewam dike.

Ozer destnîşan kir ku ji ber her tiştî jî ew dê pîşeyê xwe berdewam bike û ev tişt got: "Min ji vê dewletê tu tişt fêm nekir. Destê hunermendan nagire lê bi gotina 'huner, humer' li navendê digere. Dernakeve nava gel, hunermend çi dike? Rewşa wan napirsê. Lê dema bavê derî li te digire, heke tu bê tune dê bi zorê ji te bigire. Perê te tune be bi riya îcrayê dest datîne ser dikana te. Ev e piştgiriya bo hunermendan?"

'Pîr Sultan li ber xwe da em êjî li ber xwe bidin'

Ozer aşkera kir ku her roja ku derbas dibe cîhan bêhtir xirab dibe, lê ew wekî gelê elewî dê li hemberî zordariyê stûyê xwe netewînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Bila her kes vê baş bizanibe; Pîr Sultan Abdal çawa li dijî xirabiyê li ber xwe da em ê jî li ber xwe bidin. Em ê stûyê xwe netewînin. Em ê li tembûra xwe bidin û gotina xwe bînin ziman."

(ms)





ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN