DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Kampanya KJA ya 100 hezar îmze didome

 
12 Îlon
09:04 2016

STENBOL (DÎHA) - Koordînasyona KJA ya Stenbolê bi boneya azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bixwazin, kampanya 100 hezar îmze ji CPT re bişînin dabû destpêkirin. Kampanya îmzeyan û ji bo welatiyên mexdûr jî 10 hezar doşek a KJA'yê didome.

Kongreya Jinên Azad (KJA) di 5'ê tebaxê de ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullan kampanya bi navê "Ez li Rêberê xwe, Axa xwe û Azadiyê xwedî derdikevim" dabû destpêkirin. KJA'yê di çarçoveya kampanyayê de ji bo CPT hişyar bike û balê bikşîne ser tenduritiya Ocalan kampanya 100 hezar îmze dabû destpêkirin. Kampanya 100 hezar îmze didome.
Der barê kampanyayê de Endama Koordînasyona KJA'yê ya Stenbolê Hulya Avşar, ziyareta CPT ya li Tirkiye rexne kir û diyar kir ku li gel rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bêyî biçe Îmraliyê ji Tirkiye veqetiyan. Avar, da zanîn ku helwesta CPT nîşan dide ku ne ser bi xwe ye û li gorî daxwazên desthilatdaran tev digere û wiha got: "Ji bo CPT' biçe Îmraliyê û peyvira xwe pêk bîne me kampanya 100 hezar îmze daye destpêkirin.

'10 hezar batanî û 10 hezar doşek'

Avşar, da zanîn ku di çarçoveya "Ez li axa xwe xwedi derdikevim" jî ji bo gelê ku tax û malên wan hatine xerakirin 10 hezar batanî û 10 hezar doşek hedef dikin û wiha got: "Li pêş me zivistan heye. Bi hezaran mirovên me yên di şer de xaniyên wan xera bûn hene. Ji bo vê yekê me kampanya 10 hezar batanî û 10 hezar doşek daye destpêkirin. Em dê bi hevkariya Komeleya Rojava vê yekê pêk bînin.

Avşar herî dawî da zanin ku imzeyên kom bikin dê di 15'ê Îlonêde bi tevlêbûna parêzer û wekîlan bi nameyekê ji CPT'ê re bişînin. Avşar xwest her kes tev li vê kampanyayê bibe û îmze bikin.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN