DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Hatiniya Kanli Postal dê hîbeyî Komeleya Rojava bê kirin

 
11 Îlon
09:18 2016

ENQERE (DÎHA) - Hatiniya belgefîlma Kanli Postal ku ji hêla derhêner Muhammed Aslan ve li ser faşîzma 12'ê Îlonê ya li Zindana Amedê hatiye kişandin û li gelek welatên Ewropayê ketiye vîzyonê dê hîbeyî Komeleya Rojava bê kirin.

Belgefîlma Kanli Posta ya ji hêla derhêner Muhammed Aslan ve li ser faşîzma 12'ê Îlonê ya li Zindana Amedê hatiye kişandin, di 12'ê Îlona 2015'an de kete vîzyonê. Belgefîlma zordariyên li ser kurdan hatine meşandin piştî demekê li Tirkiyeyê hate qedexekirin. Belgefîlm dê cardin li gelek welatên Ewropayê bikeve vîzyonê. Tevahiya hatiniyên belgefîlmê jî dê vê carê hîbeyî Komeleya Rojava bê kirin. Aslan anî ziman ku dê hatiniya belgfîlmê bi riya Komeleya Rojava bigihe gelê kurd.

'Wesiyeta Yilmaz Guney ev bû'

Aslan da zanîn ku wî wesiyeta Yilmaz Guney bi cih aniye û ev tişt gotin: "Ji bo xwedî li kesên li Zindana Amedê jiyana xwe ji dest dane min ev belgfîlm çê kir. Li wir zilmek mezin a bi piştgiriya emperyalîzmê hate meşandin. Li hemberî vê yekê berxwedana herî mezin a dîrokî hate meşandin. Bi berxwedana xwe efsane afirandin. Min xwest bi çavên kesên efsane afirandin ez Zindana Amedê vebêjim.

'Gelê min her tiştê min e'

Aslan derbirî ku bi piştgiriya gelek sazî û dezgehan dê pêşandana belgefîlmê bê kirin û wiha domand: "Di 1'ê cotmehê de bi jêrnivîsa ingilîzî, almanî û fransî li gelek welatên Ewropayê bikeve vîzyonê. Belgefîlm dê li hemû cihên bê xwestin bikeve vîzyonê. Li gelek deverên wekî Qibrisê xebat hate destpêkirin. Li ser medyaya civakî jî piştgiriyek mezin heye." Aslan got ku belgefîlm aîdî kesên bedel dayîn e û ev tişt anîn ziman: "Ev fîlmek berxwedanê ye. Kesên teslîm nebûyîn û li berxwedayîn, Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmut Zengîn û Necmî Onen. Ev wesîyeta Yilmaz Guney e. Wê demê ji bo fîlm Yol ez li Amedê bûm. Parêzer Şerafettîn Elçî ji girtîgehê derketibû. Ji min re berxwedana li girtîgehê vegot. Min jî gotinên Elçî bi Yilmaz Guney re parvekirin. Guney bi gotina, 'Divê ev berxwedan bê nemirkirin' bersiv da min. Ez niha vê wesiyetê bi cih tînim. Di demek gelê min li berxwe dide de, ez nimarim bêdeng bimînim. Gelê min her tiştê min e, zork û axa min e."

(eb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN