Li Bangledaşê teqîn
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li qada kar a li herêma Pîşeyî ya Gazîpûr a li bajarê Tongî ya Bangladeşê di kargeriyekê de teqîn pêk hat. Di teqînê de herî kêm 20 kesan jiyana xwe ji dest da.
Li bajarê Tongî ya Bangledaşê li qada pîşeyî ya Gazîpûr teqîn pêk hat. Li gorî zanyariyên çapemeniya Bangladeşê teqîn li depoyek germkirinê pêk hatiye, 20 kesan jiyana xwe ji dest da ye û 74 kes jî birîndar bûne.
Hate diyar kirin ku piştî teqînê gelek ekîbên agirkujiyê mudaxaleyî şewatê kirine û şewat hatiye vemirandin.
(ot)