DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Xebatên Dayreya Polîtîkayên jinan hedef hat girtin

 
10 Îlon
09:12 2016

AMED (DÎHA) - Seroka Dayreya Polîtîklayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Yuksel Aslan Acar hêj di bin çavan de ye, yekîneya şaredariyê di nava çend salan de di aliyê çareserkirina pirsgirêkên jinan de karên girîng kirin.

Seroka Dayreya Polîtîklayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li Amedê di aliyê qada jinê, xebat, xwedî gotin, vîn û xwedî biryarbûnê de di her qada jiyanê de ji bo pêşxistina xebatên jinan xebatên xwe berdewam dike. Seroka Dayreya Polîtîklayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Yuksel Aslan Acar mala ku lê bû di 6'ê Îlonê ji hêla ve hat dagirkirin û Acar hat binçavkirin. Bi binçavkirina Acar re jî diyar bû xebatên şaredariyê çiqasî ji hêla dewletê ve xeter (!) tên dîtin.

Li Hênê û Çermûgê navendên jinan hat vekirin. Li navendê bi taybetî xebatên qadê, perwerdeyên pîşeyî, xebatên der barê pêşxistina aboriya herêmê de û di aliyê wekhevkiya zayendî ya civakî de xebatên serwextbûnê hatin meşandin. Her wiha der barê jinan de xebatên çand û civakî jî pêk hatin. Malên stargeh ên 9 sal in hene, hejmara wan hatin zêdekirin.

Ji bo jinên ku rastî şidetê tên û rewşa wan bê nirxandin îstasyonên dem kurt ên ji bo jinan hatin avakirin. Îstasyona berî salekî hat avakirin pêşketina wê bi rêk û pêk dewam dike. Her wiha xeteke 7/24 saetan jî ji bo serlêdanan hat avakirin.

Ekîba bi sê kesan pêk tê li Amed û gundan bernameyên perwerdeyê amade dikin û di vê der barê de perwerde ji bo gel tê dayîn. Der barê wekhevkiya zayendî, mafên jinan, têkoşîna li dijî şidetê, tenduristî, nasname û zayenda jinê de modulên perwerdeyên tên bi pêşxistin.

Li taxa Yenîkoy a navenda Rezanê û li navçeya Hênê atolyeyên tekstîlê hatin vekirin, di van atolyeyan de jin berhemên xwe diafirînin. Bi alîkariya atolyeyan jin berhemên xwe diafirînin û ji bo frotinê derdixin qadê.

Di çarçoveya xebatên şaredariyê de ji bo 6 jinên ciwan perwerdeya ajovaniya otobusan hat dayîn û di bin şêwirmendiya serokatiya dayreya ragihandinê de hatin bicihkirin.

Dîsa ji bo pêşî li çûyîna bajarên Tirkiyeyê bê girtin, ji bo 50 malbatî bostanê bajêr hat avakirin û malbat li vir debara xwe didin. Dê ev di rojên pêş de bên zêdekirin.

Her wiha xebatên ji bo kooperatîfbûnê jî didomin, di vê der barê de hevdîtinên bi jinan re dewam dikin.

Dîsa 2 kreşên mezin hatin avakirin û jin di vî alî de tevli xebatan hatin kirin. Dê li van kreşan malbatên rewşa wane aborî ne baş e, zarokên xwe di van kreşan de perwerde bikin.

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN