DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

'Têkoşîna xwe bilind bikin

 
10 Îlon
09:09 2016

ÎZMÎR (DÎHA) - Endama Platforma Em dê Cînayeta Jinan Rawestînin Sanem Denîz Kural, bang li hemû jinan kir û xwest li dijî şerê Tirkiye û kuştina jinan têkoşîna xwe bilind bikin.

Endama Platforma Em dê Cînayeta Jinan Rawestînin, bi ser navê "10 Qadên Têkoşînê ya Tevgera Jinê" deklerasyonek weşandin. Endamên platformê piştî vê deklerasyonê li çar aliyê Tirkiyeyê "Têkoşîna li dijî şer" û li dijî êrîşên laîklîkê amadekariyê dikin.

Endama Platforma Em dê Cînayeta Jinan Rawestînin a Îzmirê Sanem Denîz Kural, bang li hemû jinan kir û xwest li dijî şerê Tirkiye û kuştina jinan têkoşîna xwe bilind bikin. Kural, anî ziman ku wan biryar daye ku li dijî şer têkoşînê bilind bikin û wiha got: "Dixwazin civakê têxin nava şerekî pir mezin. Hem li hundir û hem jî li derve polîtîkayên şer tên meşandin. Di nava şer de tundiya li ser jinê gelek zêde dibe. Ji bo şer û kuştin bi dawî bibe em jin dê li dijî şer têkoşîna xwe bilind bikin.

Kural, anî ziman ku ji bo kuştina jinan bi dawî bibe divê zagon bên guhertin û ew şopdarê vê yekê ne. Kural, niqaşên li ser darvekirinê jî rexne kir û destnîşan kir ku li gorî hiqûqa gerdûnî darvekirin ne çareserî ye. Kural, da zanîn ku wan pêşnûne pêşkeşî meclîsê kir û hêj şopdarê vê pêşnûmeya xwe ne.
Kural, anî ziman ku yek ji mafên jinan ê berdanê heye û divê ev mafê jinan ê hevberdanê neyê astengkirin.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN