DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Bila Dengbêj Seyîd Fadilê Cizîrî bi tenê nemîne

 
10 Îlon
09:05 2016

ŞIRNEX (DÎHA) - Dengbêj Seyîd Fadilê Cizîrî yê ku bi dengê xwe yê xweş di dîroka şevbêrkan de cih girt 7 sal in ji ber nexweşiya 'Parkînson' nikare bistrê. Fadilê Cizîrî da zanîn ku piştî nexweşiyê êdî nikare bistrê.

Dengbêj Seyîd Fadil Cizîrî bi dengê xwe yê qedîm û strana, "Heyran Jaro" li herêma botanê tê nasîn. Dengbêj Fadil ji zarokatiya xwe pêde di dîwanên şevbêrkan de cih girtiye û dengê wî li Botanê zêde tê hezkirin. Seyîd Fadil Cizîrî di sala 1962'an de li gundê Seletûnê yê Silopiya ji dayîk bûye. Dayîka Seyîd Fadil Cizîrî, Sêvê jî dengbêj bûye û dengbêj Fadil bi kilamên dayîka xwe mezin bûye. Dengbêj Fadil di temenê xwe yê biçûk de eleqeyek zêde nîşanî stranên dengbêjiyê dide û her strana ku ji dayîka xwe dibihîze ji ber dike.

'Li Botan, Serhed û başûrê Kurdistanê dengbêjiya bi salan'

Seyîd Fadil di 14 saliya xwe de dest bi strîna kilaman dike û piştî vê yekê li herêma Botan, Serhedê gelek deverên başûrê Kurdistanê digere û di dîwanên şevbêrkên dengbêjan de cih digire, dengê xwe pêşkêşî gel dike. Seyîd Fadil di dîwanên dengbêjên Botanê de jî bi şevan heya seatên serê sibê dengbêjiyê dike û bi dengê xwe yê hestiyar tê hezkirin.

Dengbêj Seyîd Fadilê Cizîrê li herêma Botanê bi kilama Heyran Jaro, tê naskirin û her kesê ku ji dengê dengbêj Fadil ev stran guhdar kirî stranê bi navê wî dizane.

Gelê Botanê eleqeyek mezin nîşanê dengê wî dida

Bi demê re guhdarên Seyîd Fadil zêde dibin. Seyîd Fadil Cizîrî kilamên payîzok, dengbêjî û dewetê dibêje. Gelê Botanê jî eleqeyek mezin nîşanê kilamên Seyîd Fadil dide û ji bo dengê wî qeytbikin li gel Seyîd Fadil hertim nav têkiliyê de ne.

'7 sal e nexweşiya Parkînson girtiye'

Di qezaya tirafîkê de Seyîd Fadil kurê xwe Cemal winda dike û piştî kurê wî nexweşiya 'Parkînson' pêre çêdibe. Seyîd Fadil ev 7 sal in li hemberî nexweşiya 'Parkînson' tekoşîn dide. Piştî nexweşiyê Seyîd Fadil dest ji dengbêjiyê berdide.

Seyîd Fadil Cizîrê ku ji ber nexweşiya bi zorê dikare tevbigere û biaxive diyar kir ji bo dengbêjiyê herî zêde dayîka wî li ser bandor kiriye û wiha axivî: "Dayîka min Sêvê dengbêja gundê Seletûnê bû. Ez ji kilamên dayîka xwe bandor bûm û min bi temenê xweyê biçûk dest bi dengbêjiyê kir. Min her tim dixwest weke dayîka xwe bibim dengbêj û di dîwanên dengbêjan de cih bigirim."

'Gund bi gund ez digeriyam û min kilam digotin'

Seyîd Fadil Cizîrî got ku bi ferqkirina dengê wî dengbêjiya wî jî destpêkiriye û wiha pêda çû: "Min bi salan di bin şert û mercên zehmet de karê dengbêjiyê dikir. Lê min gelek ji dîwanên şevbêrkên gundan hez dikir. Gund bi gund herêm bi herêm ez digeram û min di wan dîwanên şevbêrkan da kilam digotin. Min ji salên 1980'yan heya salên 2008-2011'an li herêma Botanê dengbêjî kir. Piştî nexweşiya min destpê kir ev 7 sal in ez dengbêjiyê nakim. Ez gelek bêriya wan rojên ku min kilam digotin dikim."

'Kurê min di berxwedana Cizîrê de jiyana xwe ji dest da'

Seyîd Fadil diyar kir ku wî û zarokên xwe di "qedexeya derketina derve" ya 14'ê kanûna 2015'an de 25 rojan li taxa Cûdî li ber xwe daye û kurê wî Murat Ergul jî di berxwedana Cizîrê de jiyana xwe ji dest daye.

'Bila her kes xwedî li min derbikeve'

Seyîd Fadil dengbêj Şakîro û nexweşiya bi Şakîro re bi bîr xist û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Ev bi salan e ez nexweş im û nikarim tu karî bikim. Ji ber ku ez nikarim kar bikim tedawî jî nabim. Her diçe nexweşiya min giran dibe. Divê ez werim tedawîkirin lê ji ber bê derfetiyê min nekariye tedawiya xwe bikim. Dengbêj Şakîro jî ji bê xwedîtiyê jiyana xwe ji dest da. Divê her kes xwedî li dengbêjan derbikeve. Daxwaza min ew e ku gelê me xwedî li min derbikeve."

Strana Heyran Jaroo wiha ye:

Heyran jaroo

Tenûna Sindiya tenûna Sindiya hey heyy hayê hêy

Hey jaro min go ber keviya

Hey belê malan bar kir reşkê reş kona

E' nizanim ne simbêlê heyranê min sortir in

Ne qurmizê ser destê keçikê van Cuhiya

Hey belê wezê heyranê xwe Cizîrê Banê Xanê nahêlim

Ber gezê mêş û va pêşiyan

Wezê heyranê xwe bibim zozana Mela Mêrgê zozanê Teya

Ber toz û ecacê va keriya

Wezê destê heyranê xwe bigirim raserê mila Hewrexê

Min go çêrîna kew û kêvrûşk û va kûviya

Hey jaro ho ho hoo" tê naskirin û heskirin.
..."

(no/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN