DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Kela Wanê di lîsteya Mîrateya Cîhanê de ye

9 Îlon
17:41 2016


WAN (DÎHA)
- Kela Wanê, ket Lîsteya Demborî ya Mîrateya Cîhanê ya UNESCO'yê.

Serokê Komîsyona Mîllî ya Tirkiyeyê ya UNESCO'yê Prof. Dr. Ocal Ogûz, daxuyand ku li Tirkiyeyê 10 qadên nû di Lîsteya Demborî ya Mîrateya Cîhanê ya UNESCO'yê de cih girtin. Ji van cihên ku di mîrateya UNESCO'yê de cih girtin yek jê jî, Kela Wanê ye.

Pira Malabadê jî di lîsteyê de cih girt

10 qadên ku di lîsteyê de cih girtin ev in: Kulliyeya Siltan Bayezîdê II.(Edîrne), Kela Bodrûmê (Mûgla), Mizgefta Mezin a Sîvrîhîsarê (Eskîşehîr), Mizgefta Hecî Bayram û qadên dîrokî yên li hawirdora wê (Enqere), Kulliyeya Nûrûosmaniye (Îstanbûl), Pira Malabadê (Amed), Kela Wanê (Wan), Bajarê Antîk yê Kîbyra (Bûrdûr), Minareya Yîvlî ( Antalya) û Deltaya Kizilirmakê (Samsûn).

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN