DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

'Rojava: Dema Kurda' li ber destê xwendevana ye

 
9 Îlon
12:28 2016

STENBOL (DÎHA) - Pirtûka dawî ya Rojnameger-nivîskar Fehîm Taştekîn "Rojava: Dema Kurda (Rojava: Kürtlerin Zamanı)" ji Weşanxaneya Îletîşîmê der çû.

Pirtûka dawî ya Rojnameger-nivîskar Fehîm Taştekîn "Rojava: Dema Kurda (Rojava: Kürtlerin Zamanı)" gihaşt ber destê xwendevanan. Taştekîn di pirtûka xwe yî ku ji Weşanxaneya Îletişêmê der çû de, piştî Bihara Ereban a 2011'an li Sûriyeyê bizavî û rola Kurdan a li Kobanî, Efrîn û Cizîrê, pêvajoya xweseriya demokratîk a li Rojava, têkilî û pêwendiya di navbera kurdên Sûriye, Tirkiye, Iraq û Îranê û hwd. dide der.

Pirtûka ku hemû hûrguliyên pirsgirêka kurdî ya li Sûriyeyê tê de cih digirin, ji 14 beşan û binbeşan pêk tê.

Pirtûka ku bi tevgera Xoybûnê dest pê dike, li ser bandora Dagirkeriya Fransayê ya li Rojava, serîhildanên kurdan, zarokên kurd ên li Sînemaya Amûdê hatin şewitandin, Komkujiya Qamişloyê, Biryarnameya 49'an, di serdema Baasê de kurd, kembera ereban, li Sûriyeyê pêşketina PKK'ê, avabûna YPG û YPJ'ê, rola ENKS'ê, xweseriya ku wek pergaleke nû li Rojavayê hat îlankirin û makezagona civakiyî, kûmpasên lid ijî Rojavayê û şerê wekaletî, rola OSO û DAIŞ'ê û hwd. radiweste.

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN