DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jîngeha Kedê

Karker deyn bi deynan digirin

 
9 Îlon
09:07 2016

STENBOL (DÎHA) - Karkerên Tedî Depoyê, karkerên şaredariyên Avcilar û Bakirkoy ya CHP'î li hemberî ji kar avêtinê berxwedana xwe didomînin. Karkerên di berxwedanê de ji ber nêzîkbûna cejnê bi gotina, "Cejn tûne, deyn bi deynê digirin" banga piştevaniyê kirin.

Şaredariya Avcilarê ya CHP'ê li Stenbolê 330 karker bi hinceta girêdayî sendîkaya Belediye-Îşê ne ji kar derxist. Berxwedana karkeran ev 130 roj in didome. Dîsa Şaredariya Bakirkoy a CHP'ê karkerên girêdayî sendîkaya DÎSK'ê ji kar derxist û berxwedana wan jî di roja 94'an de didome. Karkerên Tedî Depo bi hincetên wekî girêdayî Lîmter-Îşê ya DÎSK'ê ne ji kar hatin derxistin û berxwedana wan jî 38 roj e berdewam dike. Karkerên li dijî mafxwarinê banga piştgiriyê kirin.

Karkerê bi nav Hakan Kurudere di Şaredariya Bakirkoy de dixebite beyî ku tu hincet bê nîşandan, ji kar hat derxisitn. Kurudere bi lêv kir ku ew dê bi 3 kesan re berxwedana xwe bidomînin. Kurudere da zanîn ku ew bi riya daxwaznameyê serî li Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu jî dane û wiha axivî: "Me bi reşkirina CHP'ê sûcdar dikin, lê em ji ber nanê xwe û zarokên xwe di berxwedanê de ne. SGK'ê jî 300 TL maaşê bêkariyê dide. Lê ev têra tiştî nake. Cejn nêz dibe, herkes hesabê cejnê dike. Em hesabê deyn bi deyn girtinê dikin. Em hêvîdarin doza me di demeke nêz de bê dîtin."

'Bila cejna me jî wekî cejnê derbas be'

Karkerê bin av Erkan Çetîn jî ji Tedî Depoyê hatiye derxistin, aşkera dike ku bi destpêkirina perwerdehiya sala 2016'an re ji bo hewcehiyên zarokên xwe, wan banga Tedî Depoyê boykot bikin li karkeran kirine. Karkerê bi navê Rahman Candemîr jî bi lêv kir ku dive ew vegerin karê xwe û got ew jî dixwazin wekî her kesî cejna xwe di nava balbata xwe de derbas bikin.

Bi zarokên xwe re di berxwedanê de ye

Karkarê bi nav Fethî Çîmenlî yê ji Şaredariya Avcilarê hat derxistin, bi 4 zarokên xwe re di berxwedanê de ye û got ku heya daxwazên wan neyê cih dê berxwedanê bidomînin. Karker Onur Becermenjî anî ziman ku CHP bi demokrasiyê propagandeya xwe dike û wiha axivî: "Parlamenterên CHP'ê û endamên meclisa şaredariyê soza çareserkirina pirsgirika dabû lê tu bawerî bi xwe de nehiştiye."

(ozp/ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN