DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jîngeha Kedê

Xebatkarên tenduristiyê kampanya dan destpêkirin

 
8 Îlon
15:26 2016

MÊRSÎN (DÎHA) - Şaxa SES'ê yê Mêrsînê piştî hewla darbeyê ji bo ji kar avêtina kedkaran protesto bike bi şîara 'Ji xebatkarên tenduristiyê hevdîtinên ked û demokrasiyê' kampanya da destpêkirin.

Kedkarên sendîqaya Tenduristî û Xizmeta Civakî (SES) ya Şaxa Mêrsînê ji bo şermezarkirina ji kar avêtina kedkaran bi şîara 'Ji xebatkarên tenduristiyê hevdîtinên Ked û Demokrasiyê' kampanya dan destpêkirin. Kampanya bi civîna çapemeniyê ji raya giştî re hat aşkerekirin.

Ligel endamên SES'ê, endamên Odeya Tabîban a Mêrsînê û Parlementer Aytug Atici tevlî civîna çapemeniyê bûn.

'Starta kampanyayê dê piştî cejna qurbanê bê dayîn'

Serokê şaxa Ses'ê yê Mêrsînê Yilmaz Bozkurt dazanîn ku piştî cejna qurbanê ewê starta kampanyayê bidin û got ku ewê ji bo kedxwarin û binpêkirina mafên xwe dakevin qadan û li hemû derî rêxistinbûyîna xwe xurt bikin.

Aytug: Fethullah hincete, kadrobûyîna AKP'ê bi kêfxweşiyê didome

Piştre parlementer Aytug Atici axivî û balkişand ser axavtina Serokomar Tayîp Erdogan a 'Ev darbe lutfek xweda ye' û anî ziman ku AKP-Qesr vê hewla darbeyê veguherandiye firsendê û got: "Fethullah hincete, kadrobûyina AKP'ê bi kêfxweşiyê didome. Akp dixwaze dewleta xwe ava bike."

(ot)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN