DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Zorak eleqeyek mezin nîşanî kursên xêzê didin

 
8 Îlon
09:24 2016

MÊRSÎN (DÎHA) - Kursên resman a Şaredariya Akdenizê li taxan ji bo zarokan daye destpêkirin rastî eleqeyek mezin a zarokan tê. Zarokên ku tên kursê hestên xwe bi hunera xêzan tînin ziman.

Şaredariya Akdenîzê ya Mêrsînê di çarçoveya polîtîkaya "Ji nûve rêveberî" li malên gel ên taxên Çay, Çîlek, Guneş û Karacailyasê ji bo zarokên 10 -14 salî kursên rezman vekir. Şaredarî dixwaze bi van xêzan huner, hest û fikirandina zarokan pêş bixe û rêya afirandinê li pêş zarokan veke. Kursên ku ji bo zarok di aliyê ramanî, civakî û hunerî de pêş bikevin hatine vekirin rastî eleqeyek gelek mezin tê. Mamosteyê kursê Ziya Ertaş diyar kir ku 20 xwendekarê wî hene û ew bi vî karî gelek şanaz û kêfxweş e. Ertaş, anî ziman ku zarok bi hunera destan gelek kêfxeş dibin û ev huner raman û afirandina zarokan pêş dixe.

Zaroka 9 salî Eylul Îpek, diyar kir ku xêzkirina resman gelek xweş e û herî zêde ew ji xêzkirina gulê hez dike. Dîlan Yazar a 9 salî jî anî ziman ku mehek e tê kursê û herî zêde ji xêzkirina portreyên mirovan hez dike. Yazar, anî ziman ku xalê wê yê çû çiyê her kes xêz dikir û dema we jî xêz dike xalê wê tê bîra wê.

Zelal Akyol a 13 salî jî anî ziman ku 3 mehin tê kursê û wiha got: "Kursa resman huner û afirandina mirov pêş dixe. Ez herî zêde ji xêzkirina nebatan hez dikim. Dema ez nebatan xêz dikim baxçeyê bapîrê min tê hişê min."

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN