DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jîngeha Kedê

Masîvan: Bila Derya Ege nebe Soma

 
8 Îlon
09:23 2016

ÎZMÎR (DÎHA) - Masivanên Derya Egeyê ku ji ber xizaniyê li dervê qeydan dixebitin, hikûmet hişyar kir û xwest derya nebe Somaya duyemîn û rê li pêş facîayan bigirin.

Piştî qedexeya neçîra masiyan rabû, masîvanên Îzmirê bi gotina "Vira Bismillah" dest bi neçîra masiyan kirin. Masîvanên ku bêyî ewle û bêyî qeyd dixebitin, bi salanin daxwazên hikûmet ji bo ewlehiya wan tedbîran bigirin, lê heta niha tu gav nehatine avêtin. Masîvanan anîn ziman ku bêyî ewlehî û li dervê qeydan dixebitin û ger ku wisa bidome dê vir bibe Somaya duyemîn.

Masîvan Nuri Sokmen, ani ziman ku muhatabê ku pirsgirêkên xwe bi wan re parve bikin tune û gazinc ji sersariya hikûmetê kir. Sokmen, anî ziman ku di nava şert û mercên gelek dijwar de qezenç dikin û keda wan tê xwarin û got: "Bazirgan kaseya masiyan bi 12 tl ji me digirin û bi 120 tl difiroşin. Ev li dijî wicdan û sincê mirovahiyê ye. Divê bazirgan bê venêrtin û şopandin.

'Ewlehiya kar tune'

Masivan Tarik Yogutçuoglu jî anî ziman ku li Deryayên Tirkiye bi hezaran keştiyê masivanan hene û bi milyonan masivan neçîra masiyan dikin û wiha got: "He sîgorta heye û ne ewlehiya kar heye. Ger ku tedbîr neyên girtin, derya dê li me bibin wekî Soma.

Masîvan Baran Karaçali jî helwesta dewletê rexne kir û wiha got: "Dewlet tenê dema bacê me bi bîr tîne. Dema bacê tê pirsa me dike, pereyê xwe digire û diçe. Divê berî her tiştî dewlet bi pirsgirêkên me eleqeder bibe.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN