DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Jin dê li dijî şer deng derxin

 
7 Îlon
09:01 2016

STENBOL (DÎHA) - Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin di bin navê deklarasyona "10 Qada Bingehîn ên Têkoşîna Tevgera Jinê" de, dê li tevahiya bajaran bi awayekî hemwext li dijî şer deng derxe.

Piştî pêvajoya şer bi pêş ket, buyerên îstismara zarokan, şideta zayendî û axaftinên zayendî li dijî jinan zêde bûn. Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin di bin navê deklarasyona "10 Qada Bingehîn ên Têkoşîna Tevgera Jinê" de, dê li dijî şer û şidetê têkoşînê bide dest pê kirin. Jinan aşkera kir ku ew dê mafên xwe biparêzin û heta dawiyê têkoşîna xwe berdewam bikin.

Berdevka Giştî ya Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin Gulsum Kav, der barê xebatên xwe de agahî da. Kav, bi lêv kir ku ji bo ew kuştinên jinan bidin rawestandin, dê têkoşîna xwe bidomînin û piştrast kir ku di demên dawî de buyerên zayendî û şidetê li dijî jin-zarokan gelekî zêde bûne.

Kav destnîşan kir ku ji bo jinan qadeke bi ewleh nehatiye hiştin û wiha axivî: "Ji ber şerê heyî gelek buyerên zayendî xwe didin nîşan. Di demên borî de gelek buyerên ku kesî newêribû serî lê bide, di demên dawî de li gelek navendan zêde bûne. Wekî mînak li Kolana Bagdat û Metro Tûrîzmê êrîşên zayendî, li bûtîkê bi cih kirina kamerayê, şewitandina jina transî Hande Kader hin ji van buyeran e. Yanî ji bo jinan tu cihekî ewle nema ye."

Kav anî ziman li dijî jinan hişmendiyeke DAIŞ'ê derketiye pêş, der barê weşandina deklarasyonê de jî ev tişt got: "Li holê hişmendiyeke ji ya DAIŞ'ê ne kêm heye, em serdemeke 'her tişt li dijî jinan dikare bê kirin' re derbas dibin. Wekî êrîşên li dijî jinan rewa be. Ji ber van êrîşan divê, em jî wekî jin em ê tu carî vala nemînin, têkoşîna xwe bidin meşandin."

Kav got ku her xala ku weşandine dê li gorî wê bertekên wan derkevin holê û wiha axivî: "Me li dijî şer divê çawa têkoşîn bê dayîn, dîsa der barê laîkiyê de plama meya çalakiyan heye. Li hemberî hemû tiştên ku tên rojevê bertekekî me dê hebe. Dê çalakî çawa bên kirin, li ser medyaya civakî aliyên xwe yî dîtinbarî û hwd. dê çalakiyên me xwe bidin pêş."

Kav herî dawî destnîşan kir ku li dijî hemû zext û tundiyê ew dê têkoşîna xwe berdewam bikin û peyama bilind kirina "berxwedana" li hemû qadan da.

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN