DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Heskirina tembûrê ya bi dizî

 
7 Îlon
09:00 2016

AMED (DÎHA) - Bêrîvana hêj 10 salî bû bi dizî tembûra xuşka xwe dibir kursa tembûrê, niha li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle û Firatê dest bi kursê kiriye. Mamostayê wê Ferhat Tutşi diyar kir ku ji ber Bêrîvan pir jîr e dê tembûrek profesyonel diyarê wê bike.

Bêrîvan Kurt a 12 salî hêj di 10 saliyaxwe de ji lêdana tembûrê gelekî hez dikir. Xwişka wê ya mezin li tembûrê dixist. Dema ku xwişka wê ne li mal bû, wê bi veşarî li tembûra xwişka xwe dixist. Dema ku xwişka wê pê dihesiya pêre aciz dibû. Lê dema ku xwişka wê dît ji sazê hezdike û baş lêdixe, ew kir şirîkê tembûra xwe.

Tembûra xwe digirt û ji mal direvî

Piştî ku Bêrîvanê 2 salan li malê xwest li tembûrê xist, herî dawî li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle û Firatê dest bi kûrsê kir. Lê ji ber ku di wê demê de qedexeya derketina kolanan li 6 taxên Sûrê hebû û navçe ji aliyê hêzên dewletê ve dihat topbaran kirin malbata wê nedixwest li Sûrê perwerdeyê bibîne. Bêrîvan di dema 6 taxên Sûrê dihatin topbaran kirin, ji bo fêrbûna tembûrê berê xwe dida kûrsa tembûrê. Dema malbatê nekarî wê rawestîne, êdî destûr dan here kûrsê. Berîvan, di dema berxwedana Sûrê de dest bi kûrsa tembûrê kir.

Di çend mehan de bi pêş ket

Bêrîvanê li cem mamostayê tembûrê Ferhat Tutşi ku li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle û Firatê dest bi kûrsê kir. Di demek kurt de Bêrîvan fêrî lêxistina tembûrê ya bi nota bû. Bêrîvan di çend mehan de bû yek ji xwendekarên herî jîr ê Tutşi.

Dixwaze di konseran de li tembûrê bide

Bêrîvanê diyar kir ku ew dixwaze di 2 salan de bi profesyonelî li tembûrê bibe û wiha got: "Ez dixwazim bi mamostayê xwe Ferhat Tutşi re komekî ava bikim û em bi hev re bixebitin. Ji xwe niha me komek ava kiriye. Ez dixwazim bi wê komê re derkevin konseran."

'Ez wek mamosteyekî wê dihesidim'

Mamostayê Bêrîvanê Ferhat Tutşi anî ziman ku Bêrîvan li malê fêrî çend stranan bû lê li saziyê fêrî lêxistina bi nota bûye û wiha pêde çû: "Ew nu hatiye lê di nava xwendekarên 2 salan de kûrsê dibîne. Ew niha dikare li ser dikê li tembûrê bixe. Ez wek mamosteyekî wê dihesidim."

Suprîzeke mamosteyê Bêrîvanê heye

Mamostayê Berîvanê ji ber serkeftina wê pere kom dike dê ji şagirta xwe re tembûreke profesyonel bikire. Tutşi got ku tembûra wê ne zêde baş e, ew pere di nava hevalan de kom dikim ji bo tembûrek bi dilê Berîvanê jêre bikirin, lê xebera Bêrîvanê pê tune dê jêre suprîzekî bikin.

(bî-mhy/ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN