DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Jinên Stenbolî: Hewce be em dê li Îmraliyê têkevin greva birçîbûnê

 
6 Îlon
09:04 2016

STENBOL (DÎHA) – Piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk bê li Amedê dest pê kir, mezin dibe. Jinên li Stenbolê jî piştgirî dan çalakiyê û diyar kirin ku wekî her çalakiyê dê di vê çalakiyê de jî pêşengiyê bikin û hewce be dê li Girava Îmraliyê têkevin çalakiya greva birçîbûnê.

50 siyasetmedar, hunermend, nivîskar, rojnameger, sendîkavan û endamên saziyên civakî ku di pêşengiya KCD, KJA, HDP û DBP'ê de bi armanca hevdîtên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re bê kirin ketin greva birçîbûnê di roja 2’emîn de berdewam dikin. Jinên Stenbolî piştgirî dan çalagerên li Amedê dest bi çalakiyê kirine û diyar kirin ku ew dê pêşengiya vê çalakiyê bikin.

‘Jin di refê pêş dene'

Jina 31 salî Nurcan Akyildiz diyar kir ku pêwiste demek lezngîn bi Ocalan re hevditin bê kirin û wiha got: "Em çi dikin ji bo Rêber Apo dikin. Hemû cureyên tecrîdê îşkence ye."

Jina 24 salî Jiyan Polat jî xwest demek berî demekê bi Ocalan re hevditin bê kirin û wiha got: "Ger ku hevdîtin neyê kirin dê encama wê xerab be. Ger ku bi Ocalan re hevdîtin neyê kirin dê kuştin jî bi domin. Divê wekî her carê niha jî jin pêşengiyê bikin. Ez jî dê di refê peş yê vê çalakiyê de cih bigirim."

‘Jin dê pêşeng bin'

Esnafa 43 salî Gulşehri Enis jî anî ziman ku jin dê piştgiriyê nedin vê çalakiyê dê pêşengiya vê çalakiyê bikin û wiha got: "Li tirkiye şer heye. Sedema vê yekê jî tecrîda li ser Ocalan e. Ger ku hevdîtin bihatina kirin, Rêberê me dê aştî bi aniya vî welatî. Di şer de herî zêde jin zerarê dibînin. Ji ber vê yekê jin ê pêşengiya vê pêvajoyê bikin. Jina 60 salî Nuriye Oncel jî ani ziman ku gel tenê ji vê dewletê aştiyê dixwaze û wiha got: "Em ji bo hemû cîhanê aştiyê dixwazin bila rêberê me ji bin tecridê derkeve. Ji bo tecrîd rabe çi pêwist be em dê bikin."

‘Divê gelê kurd ji bo rêberê xwe di çalakiyê de be'

Jina 43 salî Saliha Bayhan jî anî ziman ku bi salane Rêberê wan ji bo wan têdikoşe û wiha got: "Heta niha Rêberê me ji bo me têkoşiya. Êdî dora têkoşînê dora me ye. Em dê li gel Serokê xwe cih bigirin. Divê hemû gelê kurd ji bo rêberê xwe di çalakiya greva birçîbûnê de be.

'Hewce be em dê li Girava Îmraliyê têkevin grevê'

Xebatkara sektora taybet a 37 salî Kevser Safsin jî anî ziman ku fikarên wan zêde dibe û wiha got: "Çend mehin em agahî ji Rêberê xwe nagirin. Em dixwazin parêzer biçin Îmraliyê û bi Rêberê me re hevditin bikin. Ger ku hewce be em dê biçin Îmraliyê têkevin greva birçîbûnê. Ez bang li hemû jinan dikin ku di pêşengiya çalakiyê de cihê xwe bigirin."

'Ew rêberê mirovahiyê ye'

Jina 35 salî Guneş Karahan jî anî ziman ku rêberê wan di bin tecrîdê ye û xwest her kes ji bo rakirina tecrîdê têkeve çalakiyê û çalakiyê li her derê belav bikin."

‘Bêyî Ocalan aştî nayê'

Jina 48 salî Ayten Tosun jî anî ziman ku li vî welatî bêyî Ocalan aştî ne pêkan e û xwest her kes Ocalan muhatab bigire. Tosun, da zanîn ku ew dê di pêşengiya çalakiyê de cih bigirin.

Prz. Nilay Kuş (25) jî diyar kir ku bi tecrîda li ser Ocalan dixwazin PKK û gelê kurd têxin bin kontrola xwe. Kuş, anî ziman ku çalakiya greva birçûbûnê dê hêza civakê zêde bike û bi hêza civakê bandorê li ser hikûmetê çêke.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN