DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Jinên çalakger: Em ji bo Rêberê xwe di grevê de ne

 
6 Îlon
09:00 2016

AMED (DİHA) – Jinên siyasetmedar ên bi armanca hevdîtin bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re pêk bê ketin greva birçîbûnê destnîşan kirin ku ji ber kesê herî zêde azadiya jinê dixwaze Ocalan e ew ji bo wî ketine greva birçîbûnê.

50 siyasetmedar û nûnrên saziyên civakê ku di pêşengiya KCD, KJA, HDP û DBP'ê de bi armanca hevdîtên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re bê kirin ketin greva birçîbûnê di roja 2’emîn de berdewam dikin. Jinên ku ji bo agahî ji Rêberê PKK Abdullah Ocalan bê girtin tevli greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bûn, li ser armanca û wateya çalakiyê axivîn.

‘Jin dîroka winda di azadiya Ocalan de digerin’

Endama MYK’a DBP’ê Gulcîhan Şîmşek li ser rola Rêbarê PKK'ê Abdullah Ocalan a azadiya jinê rawestiya û wiha got: “Li cihê ku dîrok winda bûye mirov li dîrokê digere. Dîroka jinan 5 hezar salin windaye. Ji destpêka dîrokê heta niha jin qet bi nasnameya xwe ya zayendî nehatine pênasekirin. Piranî ji ber nêzîkbûna zayendî her tim ji nedîtîve hatine dîtin. Tespîtên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên di vê mijarê de ji bo sedsala 21’emîn bûne destpêkeke serdemeke nû. Jinên kurd jî bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têdokişin.”

‘Em dijberî tecrîda Îmraliyê di çalekiyê de ne’

Şîmşek destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd di şexsê jinên kurd de azadiya jinên cîhanê dixwaze û têdokoşe. Şimşek, da zanîn ku têkoşîna jina ya ji bo azadiyê Ocalan gelekî bi nirx e û wiha berdewam kir: “Azadiya civakê bi azadiya Ocalan pêkan e. Em ji bo azadiya Ocalan di çalekiyê de ne. Em li dijî tecrîd û pêkanînên dijmirovahiyê yên li Îmraliyê di grevê de ne."

‘Divê herî zêde jin li grevê xwedî derbikevin’

Hevseroka DBP’ê ya Rezan Arzû Karaman jî destnîşan kir ku yek armanca çalekiya wan heye û got: "Armanca me ewe ku em ji ewlehî û tenduristiya Ocalan bibin xwedî agahî. Heta em agahiyê ji tenduristî û ewlehiya Ocalan negirin çalekiya me dê bidome. Çalekiya ku me dê rojên pêş li tevahiya Tirkiyeyê belav bibe. Şerê li Tirkiyeyê ancak bi gotina Ocalan bê rawestandin. Ji ber vê yekê divê her kes li çalakiyê xwedî derkeve."

(ke/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN