DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Erdogmuş: Bila demildest bi Ocalan re hevdîtin bê kirin

 
4 Îlon
17:22 2016

ENQERE (DÎHA) - Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Nîmetullah Erdogmuş derbarê greva birçîbûnê ya ku sibe li Amedê ji bo Ocalan bê destpêkirin diyar kir ku siyaseta Tirkiyeyê ya derve û hundir li ser şer hatiye avakirin. Erdogmuş, anî ziman ku ji bo agahiyê ji Ocalan bigirin dest bi greva birçîbûnê dikin.

Ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve bi tu awayî bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin nayên kirin û tecridek tund tê meşandin. Li aliyê din jî li hemberî gelê kurd lîstikên qirêj tên lîstin. Hikûmeta AKP’ê piştî darbeya 15’ê Tîrmehê êrîşên xwe yên li hemberî gelê kurd û Rêberê PKK’ê Ocalan jî zêdetir kirin e. Gelê kurd geşedanên him li Îmraliyê him jî li Rojhilata Navîn bi fikar e. Siyaseta kurd sibe li Amedê dest bi greva birçîbûnê ya bê dem dike. Derbarê çalakiyê û geşadanên dawiyê Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Nîmettulah Erdogmuş axivî û fikarên xwe ji ajansa me re parvekirin. Erdogmuş diyarkir ku ew ê wekî sazî û dezgehên kurd dê sibe dest bi greva birçîbûnê ya bê dem bikin .

‘Piştgiriyê bidin çalakiyê’

Erdogmuş da zanîn ku Tirkiye niha di nav krîzekî mezin de ye û wiha got: “Îro li Tirkiyeyê krîzek mezin tê jiyîn. Siyaseta Tirkiyeyê ya li hemberî gelê kurd di salên borî de çawa bû niha jî heman e. Çi guherîn nayên dîtin. Ji ber vê yekê jî divê hemû sazî û dezgehên kurd û gelê demokrat piştgiriyê bidin çalakiyê û ji bo ku siyaseta Tirkiyeyê bê guhertin alîkariyê bidin me.”

‘Ji bo çareseriyê gav nehatin avêtin’

Erdogmus destnîşan kir ku hikûmetên Tirkiyeyê yên demên borî jî gelek caran ji bo demokrasiyek mayinde bi birêz Ocalan re hevdîtin hatin kirin û wiha berdewam kir: “Dema ku Ocalan li Şamê di dewra Turgut Ozal heta niha bi dehan caran ji bo aştiyê bi birêz Ocalan re hevdîtin û diyalog hatin kirin. Lê tu cara ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd gav nehatin avêtin. Bi taybet di dema hikûmeta AKP’ê ya 15 salan de gelek caran bi birêz Ocalan re hevdîtin hatin kirin, lê dîsa jî çi encamên erênî derneketin holê.”

‘Armanca çalakiyê aştî ye’

Erdogmuş bal kişand ser rewşa Rêberê PKK’ê Ocalan û wiha domand: “Ev nêzî du salan e tu agahî ji birêz Ocalan nayên girtin. Ev yek jî di dilê malbat û gelê kurd de fikaran zêde dike. Armanca çalakiya me ya greva birçîbûnê aştî ye. Ji ber vê yekê jî ji bo aştiya gelan em ê dest bi greva burçîbûnê ya bê dem bikin. Armanca gav avêtina me aşkeraye û divê demildest hevdîtên ji birêz Ocalan re bên kirin û rewşa birêz Ocalan gelê kurd re bê parvekirin.”

‘Gelê kurd aştiyek mayînde dixwaze’

Erdogmuş herî dawî wiha got: “Ger tişta ku gelê kurd dixwaze neyê cîh tiştên gelek nexweştir dê derkevin holê. Gelê kurd bi biryar dixwaze rewşa rêberê xwe bizane, ev jî mafê însanî û demokratîk e. Ji bo ku pirsgirêkên mezintir neyên jiyîn, divê dewlet guh bide dengê gelê kurd û daxwaza gelê kurd bîne cîh. Hemû cîhan jî dizane gelê kurd şer na aştiyek mayînde dixwaze. Ez jî wekî parlementerekî HDP’ê carek din bang ji rayedarên dewletê dikim guh bidin banga gelê kurd û şer kurtir nekin.”

(fd/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN