DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Jinên Mêrsînî dê bi çalakiyan piştgiriyê bidin grevên birçîbûnê

 
4 Îlon
13:38 2016

MÊRSÎN (DÎHA) - Çalakiya greva birçîbunê ya ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 5'ê Îlonê de dest pê dike. Jinên Mêrsînî diyar kirin ku ew dê bi çalakiyên civakî piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya Amedê.

50 bijartî û siyasetmedarên kurd bi boneya tecrida li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û agahiyê ji Ocalan bigirin di 5'ê Îlonê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê dikin. Piştgiriya jibo çalakiyê li her derê zêde dibe. Jinên Mêrsînî jî diyar kirin ku ew dê bi çalakiyên xwe piştgiriyê bidin çalakiya Amedê. Endama Kolektifa Kedê ya Jinê Canan Yuce, diyar kir ku Rojhilata Navîn wekî sîtila dikele û wiha got: "Li vir herî zêde jin û zarok dikevin bin bandorê. Hikûmet Tirkiye dixin nava şereki bê dawî. Ji bo şer bi dawî bibe û tecrîd rabe ev biryarek gelek girîng e. Em hemû jin û saziyên demokratîk piştgiriyê didin vê çalakiyê.

‘Divê hikûmet guh bide vê çalakiyê'

Yuce, destnişan kir ku jin li dijî şerê li Tirkiye û rojhilta navîn li qadan in û her dem li dijî şer helwesta xwe nîşan didin û wiha got: "Divê jin li dora vê biryarê bibin xelek û daxwazên aştiyê bêtir bilind bikin. Ji ber ku şer militarizmê bilind dike. Divê hemû ji n lmi dijî milîtarîzmê dengê xwe bilind bikin. Em piştgiriyê didin çalakiya ji bo tecrîda li ser Ocalan. Divê hikûmet jî guh bide vî dengî."

Hilberînera Kooperatifa EKOJIN'ê Çigdem Goksoy anî ziman ku li Tirkiye û Rojhilata Navîn şer derketiye asta herî jor siyasetmedarên kurd sibê dikevin greva birçîbûnê. Mirov ji bo aştiyê bedena xwe didin ber mirinê. Em wekî jin tu carî şer naxwazin. Hewldanên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên piştî darbeyê me dixe nava fikaran. Em heta dawî li pişt vê biryarê ne."

Hevseroka Komeleya 78’an a Mêrsînê Zahide Ozdemir jî anî ziman ku biryarek di cih de ye û divê heta agahî ji Oclaan bê girtin berdewam bike. Em jî dê li herêm û bajarên xwe bi çalakiyên civakî piştgiriyê bidin.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN