DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Aborî

Her ku pakêt aşkere kirin Amed xizan bû

 
4 Îlon
11:37 2016

SEDAT YILMAZ

AMED (DİHA)
- Serokwezîr Binali Yildirim îro tê li Amedê "Pakêta Aboriyê" ya razemeniya 22 bajaran aşkere dike. Heta niha gelek wezîr hatin pakêtên razemeniyê aşkere kirin, lê hemû bê encam derketin. Her ku pakêtên razemeniyê hatin aşkerekirin bajar xizan bû. Li gorî daneyên 2006-2015'an pakêtên teşwîkê reng û rûyê aboriyê neguhert û Amed bêtir xizan bû.

Di serdema iktîdara AKP'e de Serokwezîrên AKP'î gelek caran hatin Amedê û pakêtên aboriyê aşkere kirin. Îro jî Serokwezîr Binali Yildirim tê Amedê û proje û pakêtên xwe yên aboriyê aşkere dike. Bi boneya zext û zordariya polîs û leşkeran, komkujî û talankirina li Kurdistanê bincil bike dê pakêta aboriyê parve bike. Binavê pakêta "teşvikê" dê ziyaretan pêk bîne. Lê heta niha gelek Serowezîr hatin û çûn. Gelek pakêt hatin aşkerekirin. Hemû pûç derketin. Li gorî daneyên Ajansa Pêşxistinê ya Karacadagê di navbera 2006-2015'an de gelek pakêten teşvîkê hatin aşkerekirin.

Di sala 2006'an de 19 belgeyên teşfikê hatin dayîn. Li gorî belgeyan 36 milyon TL hat razandin. Di sala 2007'an de 128 milyon TL, di sala 2008'an de 14 milyon TL, di sala 2009'an de 109 milyon TL, di sala 2010'an de 249 milyon TL, di sala 2011'an de 204 milyon TL, disala 2012'an de 339 milyon TL, di sala 2013'an de 847 milyon TL, di sala 2014'an de 536 milyon TL. di sala 2015'an de 461 milyon TL pere hat razandin. Bi giştî 621 belgeyên teşvikê hatin dayîn. Razemeniyên nayen guhertin bi giştî 2 hezar û 959 milyon TL ye. Li gorî tevahiya Tirkiye ji sedî 0.6 e. Bi giştî 19 hezar û 504 kes bûn xwedî kar.

Li gorî sala 2011'an li tevahiya Tirkiye serê kes hatina salê 9 hezar û 244 dolar bû, Lê li Amedê serê mirov 4 hezar û 282 dolar bû. Li gorî razemeniya avahî, navendên tenduristî, perwerdehî û binesaziyê Isparta ket rêza yekem û Amed jî ket rêza 75'an.

Di qada perwerdehî û tenduristiyê de jî Amed di rêza herî jêr de ye. Li gorî dane û îstatîstîkan Amed li gorî bajarên Tirkiye di rêza herî jêr de ye.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN