DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Wekîlê CHP'ê Saglar: Darbeya esil a sivîl biryara qeyûmê ye

 
4 Îlon
09:22 2016

MERSÎN (DÎHA) - Fîkrî Saglar ê CHP'î bertek nîşanî biryara KHK'ê ya bi riya qeyûmê şaredaran tayîn bike da û wiha got: "Darbeya esil a sivîl niha hat kirin. Êdî Qanûna Binghîn ku giliyê wê bike jî tune ye. Wekîlê CHP'ê Sezgin Tanrikulu jî diyar ki rku ew dê vê biryara KHK'ê bibin AYM'ê.

Wekilên CHP'ê Fikri Saglar û Sezgin Tanrikulu, guhertina zagona Biryarnameya Di Hukmê Qanûnê de (KHK) ya rê li pêş qeyûma şaredariyan vedike rexne kirin û diyar kirin ku ev dareya sivîl e. Wekîlên CHP'ê diyar kirin ku bi vê guhertinê nokteya dawî li demokrasiya Tirkiye xistin. Wekîlê CHP'ê yê Mêrsînê Fikri Saglar, diyar kir ku piştî darbeya leşkerî ya 15'ê Tîrmehê esil derbaya sivîl bi guhertina KHK'ê pêk hat û wiha got: "Kesê ku bi vîna gel bê hilbijartin ji peyvirê bê girtin û li şûna wî kesekî din bê tayinkirin û dîsa malê gel bê desteserkirin li dijî demokrasî, heq û hiqûqê ye. Di demokrasiyê de ev nayê qekûlkirin.

'Êdî Qanûna Bingehîn nema'

Saglar, anî ziman ku bi vê guhertinê hemû şaredarî dikevin bin talûkeyê û êdî rêya îtîrazê jî li pêş wan namînine. Saglar, da zanîn ku bi vê guhertinê êdî hikm û rola Qanûna Bingehîn nemaye û Qanûna Bingehîn derketiye dervê dewrê. Saglar, xwest her kes ji van pêkanînan re bêje êdî bes e.

Tanrikulu: Ev guhertin li dijî Qanûna Bingehîn e

Wekîlê CHP'ê yê Stenbolê Sezgin Tanrıkulu jî ev guhertin rexne kir û wiha got: "Bi riya qeyûmê rê li pêş desteserkirina şaredariyan vekir. Erka hikûmetê tune ku bi KHK'ê guhertinan bike. Guhertinên şaredariyan ên bi riya Qeyimê li dijî Qanûna Bingehîn e. Em dê KHK'yan bibin AYM'ê."

Tanrıkulu, anî ziman ku wekî CHP'ê li dijî hemû KHK'yan serî li Qanûna Bingehîn (AYM) dane û wiha got. "Ev li dijî hiqûqê ye. Em dê vê yekê bi şêwirê çareser bikin."

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN