Mirovê aqilmend helwesta Serokwezîr rexne kir
ENQERE (DÎHA) - Mirovên aqilmend ên di pêvajoya çareseriyê de li 7 herêm û 81 bajarên Tirkiye geriyan, bertek nîşanî gotina Serokwezîr Binalî Yildirim a "Çareserî mareseri tune ye" û gotin. "Çihê çareserîyê muzakere û masa ye." Mirovên Aqilmend, anîn ziman ku dema we li bajarên Tirkiye geriyan piraniya mirovan aştî û çareserî dixwestin û ligel rapor amade kirin jî ew rapor nehatin aşkerekirin.
Piştî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di Newroza 2012'an de deklerasyona çareseriya demokratîk bi raya giştî re parve kir, nexşerêya çareeriyê jî da pêş hikûmet û dewletê. Ji hikûmetê xwest ku nerîna gel bistîne û li ser nerîn, daxwaz û pêjniyarên gel gavan bavêjin. Piştî komîsyonên ji Mirovên Aqilmend hat avakirin û komîsyon li 7 herêm û 81 bajarên Tirkiye geriyan û nerînên gel stendin. Ji sedî 70 rêjeya civakî xwest pirsgirêk bi riya aştî û çareseriya demokratîk bigêje encamê. Lê pêvajo heta 28'ê Sibatê Protokola Dolmabahçe pêş ket û Serokomar Erdogan got "Ez maseyan nas nakim. Got mase ketiye "Cemedxaneyê" û mase rakir. Serokwezîrê Tirkiye Binali Yildirim jî got "çareserî mareserî tune ye". Li hemberî vê daxuyaniye Mirovên Aqilmend bertek nîşanî daxuyaniya Yildirim da.
Can: Redkirina çareseriyê daxwaza şer e
Mirovê Aqilmend ê herêma Anatoliya Navîn Celalettin Can diyar kir ku ev gotina "Çareserî tune, daxwaza mahkumkirina şer a Tirkiye ye. Kesê dixwazin Tirkiye têxin nava şer û şerê di navbera kurd û tirkan de pêş bixin wisa tev digerin. Di 2013'an de gelê Herêma Anatoliya Navîn aştî xwest û xwest bi hevre bijîn. Ev bi raporan derket holê.
'Me bi 6 hezar mirov re hevdîtin kir tevan aştî xwet'
Can, da zanîn ku wan li Herêma Anatoliya navîn 6 hezar mirovan re hevdîtin kir û piranî aştî û biratî xwest. Tenê li dijî perçekirina welat bûn. Gel çareserî xwest. Li Derya Reş, Derya Spî û Egeyê jî heman daxwaz derket pêş. Me rapora ji 110 rûpelan pêk tê amade kir. Lê piştî daxwazên gel ên aştî û çareseriyê derketin pêş ev rapor aşkere nekirin. Encama vê raporê bi raya giştî re parve nekir. Ev jî nîşan dide ku li bendê bûn gel şer bixwaze. Em bang li hemû Mirovên Aqilmend dikin ku li raporên xwe xwedi derkevin. Di 19'ê Cotmehê de me civînek pêk anî. Serokwezîr Davutoglu û endamên îstihbaratê amade bûbûn. Dema me pirsa çima ev rapor nayê aşkerekirin got 'Ez nizanim. Ez soz didim ku em dê piştre parve bikin."
Can da zanin ku wan bi taybetî li Esenyurtê wekî komeleya 78'an xebatek daybet da meşandin û wiha got: "Gelê wir li dijî hev rahiştibûn çekan. Lê gelê Tirkiye û gelê kurd li hemberî hev ranehiştin çekan. Şerê giştî dernexistin. Wê demê li wir dîsa daxwaza aştiyê ya herî pêş bû.
Korkut: Pêvajo bê qutkirin jî çareserî masa ye
Mirovê Aqilmend û Sekreterê Herêma Marmarayê Levent Korkut jî anî ziman ku li Tirkiye û Cîhanê çareseriyên di nava şer de dem dem qut bûne, lê cihê çareseriyê mase ye. Korkut, bal kişand ser Kolombiya û wiha got: "li Kolombiya herî kêm 6 caran pêvajoya çareseriyê hat qutkirin. Lê di encamê de pirsgirêk li ser masê çareser bû. Di serdema Oslo de pêvajo hat qutkirin. Her çend pêvajo qut bibe jî dawiya dawî pirsgirêk li ser masê çareser dibe.
(Mae)