Destpêkê daristan piştre jî zevî şewitandin
BEDLÎS (DÎHA) - Bi rojan e daristanên li gundê Akanyusê ya navçeya Xîzanê dişewitî zevî jî girt nava xwe. Şêniyên herêmê diyar kirin ku bi gefên leşkeran re rû bi rû ne, ji bo wan ji herêmê koçber bikin daristan û zeviyên wan dişewitînin, welatiyan got ew dê dest ji axa xwe bernedin.
Talana li ser xwezaya Kurdistanê êdî bûye polîtîkaya dewletê, zevî û daristanên li Kurdistanê ji hêla hêzên dewletê ve tên şewitandin. Di demên dawî de daristanên li herêma gundên wekî Akanyus, Yolaka Jorîn, Ava Wexfê, Oleka Jorîn, Şêx Cuma û herêma Sîhî ya navçeya Xîzanê ya Bedlîsê di bombebaranê de tên şewitandin, şewata li herêmê ev 5 roj in berdewam dike. Dîsa gelek herêmên çandiniyê ji ber şewatê talan bûn.
Gelê herêmê bal kişand ser êrîşên demên dawî û diyar kir ku ev êrîş û şewatên li berêmê polîtîkaya koçberiyê ye û bi van zextan dixwazin herêmê ji mirovan xalî bikin.
'Leşker û cerdevan dişewitînin'
Welatiyê 56 salî Fahrettîn Gunuş ê li gundê Akanyusa Xîzanê rûdinê, aşkera kir ku herêm ji hêla cerdevan û leşkeran ve tê şewitandin. Gumuş got ku hêj wan zeviyên xwe nedirûtine, hatine şewitandin û ev tişt got: "Her der bi bombebarana balafir û helîkopteran hatin şewitandin. Hemû bax û baxçên me talan bû. Ev erd heta 30 salan bi ser xwe de nayê. Ji ber êrîşên hewayî em nikarin ji malên xwe derkevin, avahiyên me zerar dîtin."
'Gefal li me dixwin'
Ayşe Gumuş (65) jî destnîşan kir ku leşker û cerdevanên derdikevin operasyonê gefan li wan dixwin. Gumuş got ku kesên derdikevin operasyonê kal û bi rih in û wiha pêde çû: "Helîkopter her dem bi ser malên me re difirin. Zarokên me gelekî ditirsin. Her der tê bombe kirin. Riyên me digirin. Bi saetan tên rawestandin."
Gumuş da zanîn ku ev polîtîkayeke koçberiyê ye û piştrast kir ku ew dê dest ji axa xwe bernedin.
'Findiqên li vir li Derya Rej çê nabin'
Celal Demîr jî anî ziman axa wan gelekî bi berhem e û wiha got: "Ez qet hez metrepolan nakim, ez naxwazim dest ji vê axê û gundê xwe berdim. Min bikujin jî ez ji vir dernayêm. Ez dixwazim li ser axa xwe wekî mirovan bijîm. Ev axa bi bereket e, findiqên li vir çê dibin li Derya Reş çê nabin. Bi zanebûn herêmê bombe dikin. Divê bê rawestandin."
(ms)