DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Jinan ji Êlihê bang kirin: Têkoşîna jinên berxwedêr dê tecrîdê bişkîne

 
3 Îlon
20:04 2016

ÊLIH (DÎHA) - Li Êlihê li gel qedexeya walîtiyê bi hezaran jin beşdarî mîtîngê bûn û gotin: "Heta ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevditin pêk bê em dê çalakiyên xwe xurt bikin." Wekîla HDP'ê Besîme Gonca, diyar kir ew dê bi têkoşîna jinên berxwedêr tecrîdê bişkînin.

Li Êlihê di pêşengiya Kongreya Jinên Azad (KJA) de di çarçoveya "Êz li Rêbertiya xwe Axa xwe û Azadiya xwe xwedi derdikevim mîtîng pêk anîn. Li gel ku Walîtiya Êlihê mîtînga jinan qedexe kir jî dîsa bi hezaran jin li ber avahiya DBP'ê ya Êlihê kom bûn û daxwazên xwe anîn ziman. Wekîlên HDP'ê Besime Gonca, Ayse Acar Başaran, Sibel Yigitalp û Saadet Beceriklî tev li mîtîngê bûn. Jinan di çalakiyê de pankartên "Em jin bi Rêbertiya xwe re pêşeroja xwe ava dikin" û "Werin em bi hevre di govenda azadiyê de cihê xwe bigirin" vekirin. Di çalakiyê de bê navber siloganên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Bakur başur rojhilat Apo serokê welat", "Kurdistan dê ji faşizmê re bibe goristan berz kirin.

Wekîla HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, diyar kir ku ew ji bo aştiyê li vir kom bûne û wiha got: "Me serî li rayedaran da, red kirin. Lê ew çend red bikin jî dîsa em jin li her derê astengiyan nas nakin û kom dibin. Vay em dîsa bi hezaran li vir kom bûne. Kesên şer dixwazin çalakî ji bo wan serbest e. Lê kesên aştiyê dixwazin çalakî ji bo wan xedexe ye. Em dê daxwazên xwe li her derê bilind bikin. Tu hêz nikare me rawestîne. Em dê li her derê azadî u tenduristiya Birêz Ocalan bixwazin.

Ocalan ji bo demokratikbûna Tirkiye kedek gelek mezin da

Wekîla HDP'ê ya Sêrtê Besime Gonca, jî anî ziman ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo demokratikbûna Tirkiye kedek gelek mezin da û û wiha got: "Rêbertiya me 40 alan li dijî rejîma faşîst ku bi darbeyan bi rêve diçe di ber xwe da. Ji salên 90'an heta niha li dijî komkjiyan agirbest îlan kir û gelek komplo vala kir. Ocalan ji bo demokratîkbûna Tirkiye gavên gelek mezin avêt. Hikûmetê diyar kir ku li Îmraliyê şer derketiye. Helikopter daketine Îmraliyê. Hikûmeta ku ev daxuyanî da 50 rojin der barê Ocalan de tu agahiyan nadin me. Malpat, parêzer û kesên din nikarin biçin. Gelê Kurd Ocalan wekî vîna xwe ya siyasî qebûl kiriye. Mafê herî dewa heye ku kurd Rêberê xwe bibîninû agahî jê bistînin. Em dê bi vê kampanyayê li Rêberê xwe xwedî derkevin. Em dê di çalakiya greva birçîebûnê ya 5'ê Îlonê de tekoşîn û berxwedana xwe xurttir bikin.

Konca, da zanin ku ew dê li axa xwe, rêberê xwe û azadiya xwe xwedî derkevin û vê dagirkerîyê qebûl nakin û wiha bi dawî kir: "Dibe ku hûn ji demokrasî, azadî û mafên mirovan bitirsin. Dibe hûn ji jinan bitirsin. Lê gelê vê axê di salên 90'an de ji tang û topan netirsiya. Gel dest ji têkoşînê berneda û bêtir li têkoşînê xwedî derket. Yê li ser piyan maye gelê ku bi rûmeta xwe di ber xwe daye. Yên şer ferz dikin dê tev li bermahiyên dirokê bibin. Jin dê bi têkoşînaxwe we di dîrokê de defin bike. Jinên berxwedêr dê tecrîdê bişkînin."

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN