DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Tuncel: Em dê tecrîda îmraliyê bişkînin

 
3 Îlon
14:58 2016

WAN (DÎHA) - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel, beşdarî 5'emîn Kongreya DBP'ê ya Wanê bû û diyar kir ku ew dê bi çalakiya greva birçîbûnê ya 5'ê Îlonê tecrîda li ser Ocalan bişkînin. Tuncel, xwest hemû kes li dora greva birçîbûnê bibin xelek û got: "Çareserî ne di bernameya AKP'ê ya zilm û tecridê de, çareserî di berxwedana gelê Kurdistanê de ye.

Rêxistina DBP'ê ya Wanê bi silogana "Em li dijî darbeyan azadiya xwe bi rêxistin dikin" 5'emîn Kongreya xwe ya asayi pêk anîn. Kongre li salona Dahwetê ya Dîrenê hat lidarxistin. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel, Wekîlê HDP'ê yê Wanê endam û rêveberên HDP û DBP'ê, Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê nûnerên saziyên sivîl ên civakîe û gelek welatî amade bûn. Li salonê posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Hevserokên Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yuksel û Mehmet Tunç ku di rêveberiya cewherî de jiyana xwe ji dest dan, hatin vekirin. li salonê pankartên "Em dayik in, aştiyê dixwazin" "Bijî piştevaniya keda demokratîk a gelên bindest" û "Bedena tazî ya Ekin Wan rûmeta me ye" vekirin.

'Bila AKP û walî nebêje BDP bi tenê ye'

Kongre bi rêzgirtin û hilbijartina dîwanê dest pê kir. Pşitre sînevîzyona ku ji berxwedana gelê kurd û xebatên DBP'ê pêk dihat hat pêşandan. Herî dawî raporên DBP'ê yên Wekîla Hevserokê DBP'ê Nazmiye Acar, bal kişand ser zextên li ser DBP'ê û wiha got: "Li Wanê 13 şaredariyên DBP'ê hene. Niha 26 hilbijêrên me hatine girtin. Bila nebêjin DBP bi tene ye.

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel jî ani ziman ku di rojên deng de yekîtî û têkoşîn hevpar gelek girîng e û wiha got: "Em dê di vê kongreyê xwe xwe ji bo serkeftin û encamê amade bikin. Em wekî DBP'ê dê berpirsiyariya xwe ya dîrokî pêk bînin.


Tuncel, da zanîn ku AKP dixwaze bi riya KHK'ê vîna gel tune bihesibîne û bi riya qeyimê rêveberiyê ji nûve biguherîne. Tuncel, da zanîn ku kesên aştî, azadi û demokrasiyê dixwaze dibe terorîst. Ev şaredarî şaredariyen gel in. Niha 106 şaredariyên DBP'e ne. Hilbijêr dê li dijî biryara qeyimê di ber xwe bidin.

'Em dê tecrîdê bişkînin'

Tuncel, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan ji 15'ê Tîrmehê heta niha tu agahî jê nayên girtin. Tê gotin ku li Îmraliyê mudaxale pêk hatiye. 5 salin bi nikare bi parêzeran re hevditin bikin. Birêz Ocalan heviya Rojhilata NAvîn e. Em dê bi têkoşîn û çalakiya xwe vê qeyranê bişkînin.

Em dê bi têkoşîna xwe tecrîda li ser Ocalan bişkînin. Çareserî ne polîtîkayên AKP'ê yên zilm û şer in, çareserî têkoşîn û berxwedana gel e."

Kongre bi hilbijartinê bi dawî bû. Di kongreyê de ji bo Hevserokên DBP'ê yên Wanê Şevîn Şeker û Murat Sarisaç hatin hilbijartin.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN