DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

CHP'ê dagirkeriya AKP'ê ya Rova û şer parat

3 Îlon
13:27 2016

ENQERE (DÎHA) - Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu, diyar kir ku agahiya pirtûka milê darbeya sivîl hatiye nivîsandin ji wan hatiye û ev ji aliyê Serokwezîr û serokomar ve hatiye amadekirin. Kiliçdaroglu, anî ziman ku ew piştgiriyê didin dagirkirina Rojava û bi her awayî piştgiriyê didin şerê AKP'ê.

Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu, beşdarî qanalek tv bû û pirsên rojnamegeran bersivand. Kiliçdaroglu, li ser kriza piştî darbeya 15'ê Tîrmehê û îtîfaqa CHP, MHP, AKP'e rawestiya. Kiliçdaroglu, anî ziman ku berpirsiyare krîz û derza Tirkiye AKP ye û wiha got: "Di ruhê Yenikapi" de dixwazin ku tene ew dengê xwe bilind bikin. Dixwazin tenê daxwaz û pêşniyarên wan têkeve meriyetê. Ez peyvira xwe pêk neynîm dê darbeya sivîl pêk bê. Agahiya ku pirtûka milê darbeyê yê sivîl hatiye nivîsandin ji mere hat. Lê em naveroka vê pirtûkê nizanin. Di pirtûkê de tê gotin ku ger darbe bi ser bikeve kî dê bibe serokwezîr û kî dê bibe serokomar hatiye diyarkirin.

Kiliçdaroglu, li ser şerê herêmê jî rawestiya û got: "Em dibêjin ji bo xelaskirina rêxistinê bi her awayî em li pey hikûmetê ne. Em piştgiriyê didin şerê AKP'ê yê li Rojava jî."

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN