DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Tuncel: Li dîjî şerê topyekun, berxwedana topyekun divê

 
3 Îlon
10:02 2016

WAN (DÎHA) - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel, aşkera kir ku qayûmên ji hêla hikûmetê ve li dijî şaredariyan hatine avêtin, dê neyên naskirin. Tuncel diyar kir ku ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tu agahî nayê girtin, divê li dijî şerê topyekun, berxwedana topyekun bê meşandin.

Demek berê biryara "qayûmê" ya li dijî şaredariyan bi Pêşnûmeya Qanûna Tûrikî anîbûn meclisê, lê bi hevkirina 4 partiyên siyasî ev qanûn hatibû betalkirin, lê hikûmeta AKP'ê di şevekî de di çarçoveya Biryarnameya Hukmê Qanûnî ya OHAL'ê de ev qanûn qebûl kir. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel bertekek hişk da nîşan. Tuncel ev wekî êrîşeke li dijî destkeftiyên gelê kurd nirxand.

'Dê gelê me qayûmê qebûl neke'

Tuncel diyar kir ku mijara qayûmê ne hiqûqî, meseleyeke polîtîk e û wiha axivî: "Teqes em ê destkeftiyên xwe biparêzin. Şaredariyeke ku hatiye hilbijartin, bi zora dewletê destaser kirin nayê qebûlkirin. Ev qayûm ne gelê me û ne jî em qebûl dikin."

Tuncel der barê 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê de jî axivî û aşkera kir ku gelên li Tirkiye û Kurdistanê aştiyê dixwaze, lê li dijî daxwaza gel a aştiyê êrîşeke mezin tê meşandin û ev jî wekî dijminahiya AKP'ê ya li dijî gelan şîrove kir.

Tuncel der barê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de jî axivî û da zanîn, salekî zêdetir e tu agahî ji Ocalan nayê girtin, ji bo tecrîd bê rakirin û azadiya Ocalan pêk bê, dê siyaseta kurd di 5'ê Îlonê de greva birçîbûnê bide destpê kirin.

'Berxwedana topyekun divê'

Tuncel destnîşan kir ku ev biryar bi nêrîna hemû saziyên siyasî hatiye girtin, armanca bingehîn a vê deklarasyonê jî ew e azadiya Ocalan tê xwestin. Tuncel got ku bi salan e li ser Rêberê PKK'ê Ocalan tecrîdeke giran tê meşandin, ev salek e tu agahî jê nayê girtin û wiha pêde çû: "Bi taynetî bi hewldana derbeyê re fikarên cidî der barê Îmraliyê de hene. Tenê armanceke çalakiyê heye, divê bi Birêz Ocalan re hevdîtin bê kirin û agahî jê bê girtin. Ji ber ku bi hewldana derbeyê re êrîş li dijî Birêz Ocalan jî pêk hatiye, ev ji hêla wan ve jî tê gotin. Di vê der barê de 3 leşker hatin girtin, heke pirsgirêk tune wê demê bila hevdîtin bi Ocalan re bê kirin. Mesele ne tenê nêzikatiya li hemberî Ocalan e, mesele nêzikatiya li dijî gelê kurd e. Ji ber ku riya aştiyê bi Îmraliyê re derbas dibe."

Tuncel piştrast kir ku AKP tenê niha tiştekî dispêre gel ew jî "şer" e, şerekî topyekun hatiye destpêkirin, li dijî vî şerî dê gelê kurd berxwedaneke toyekun bi çalakiya grevê bide destpêkirin.

Hovîtiya li dijî karkerê kurd

Tuncel di dewama axaftina xwe de şewitandina karkerê kurd Mehmet Aytaş a li Balafirgeha 3'emîn a Stenbolê de jî axivî û ev tişt anî ziman: "Ev buyereke pir xeter e, divê demek ji ya din zûtir berpirsyarên vê buyerê bên darizandin. Ji ber siyaseta hikûmetê ya salekî, gelên bi hezar salin bi hev re dijîn, anîn rewşeke sosret. Divê hemû aligirên demokrasî û wekheviyê li dijî vê buyerê derkevin, an na dê ev pêvajo buyerên xeter bi xwe re bîne."

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN