DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

'Êrîş li dijî feraseta hunerê ya alternatîf e'

 
3 Îlon
09:12 2016

ÎZMÎR (DÎHA) - Ji lîstikvanên Şanoya Yenîkapi ya girêdayê Mala Çand û Hunerê ya Metîn Altinok Medîne Çam a rojên borî polîsan bi ser de girtin wiha got: "Ev serdegirtin tenê li dijî me nebû li hemberî hemû derûdorên xwedî feraseta hunerê ya alternatîf in hatiye kirin."

Lîştîkvanên Şanoya Yenîkapi ya girêdayî Mala Çand û Hunerê ya Metîn Altiok a Îzmîrê li hemberî pêkûtiyên îxtidara AKP'ê ku piştî hewldana darbeyê wekî ku derket nêçîra muxalîfan nerazîbûn nîşan dan. Lîstîkvana Şanoya Yenîkapiyê Medîne Çam diyar kir ku derî şikandin, desteserkirina pirtûkan heta zirar dayîna cilên ku di lîstikê de tê bikaranîn pêvajoya derbasbûyê vedibêje.

Çam destnîşan kir ku lêgerîn nehîqî hatiye kirin û wiha berdewam kir: "Bi serdegirtina komeleyekî bi polîsan ve neqanûnî ye. Ancax Maseda Komeleyan ji bo tedbîr û kontrolê dikarin bên. Ew jî divê beriya hefteyeke agahî bidin." Çam anî ziman ku piştî serdegirtinê di hin weşanên çapemeniyê de nûçeyên ib sernavên "Şanoya Yenîkapi ya ku rêxistineke îlegal wekî navend bi kar tîne" ve li dijî wan kampanyaya lîncê hatiye destpêkirin û wiha axivî: "Rasterast hedef hate nîşandan û hewldana provokasyonê hat kirin û di nûçeyan de hat gotin ku materyalên rêxistinî hateni desteserkirin. Em jî mereq dikin ku bi dastî kîjan materyalên rêxistinê hene."

'Pêkûtî tenê li dijî me nîne'

Çam destnîşan kir ku pêkûtî tenê li dijî Şanoya Yenîkapi nîne û nirxandina "Di heman demê de di şanoyên bajar de jî pêkûtiyên ku her diçe zêdetir dibin heye. li dijî hemû feraseta çepgir, sosyalîst ên muxalîfê hikûmetê ne êrîş heye" kir. Çam got ku pêkûtî û lêgerîn bi zanebûn hatine kirin û wiha berdewam kir: "Ji bo çavên me bitirsînin, pêşiya çalakiyên me yên li hemberî hikûmetê bigirin tên kirin. Ev serdegirtina yekem jî nîne. Gelek caran ev serdegirtin çêbûn."

Şanoya kolanê dilîzin

Çam diyar kir ku Şanoya Yenîkapi ji 2005'an a hatiye damezirandin heta niha şanoya kolanê esas digirin li kolanan gelek caran li ber çavên temaşavanan lîstikvanên wan hatine kaşkaşîkirin û binçavkirin. Çam wiha axivî: "Gelek lîstikên me yên li kolanan dilîzin hene. Li dijî sîstem û kapîtalîzma riziyayî seknekî em nîşandidin. Ji ber ku em derdikevin derveyî hunera ku tê ferzkirin dihêle ku berê xwe bidin me."

Çam got ku li qadên grev û çalakiyan de lîstikan dilîzin ji ber vê yeKê ji aliyê polîsanv e tên astengkirin û wiha pêde çû: "Naxwazin em bikevin qadan. Lê em jî li dijî vê yekê qadên nû vedikin. Ji bo ku em negihîjin gel astengiyan derdixin lê dema ku ew qadekî digirin em qad û kanalên vedikin."

'Radyoya Dengê Şanoyê'

Çam diyar kir ku Şanoya Yenîkapi ji 1'ê Îlonê heta niha li ser înternetê bi navê "Radyoya Dengê Şanoyê" ve ji bo xwe qad û kanalekî nû vekiriye. Çam bilêv kir ku kesên ku dixwazin dikarin xwe bi riya navnîşana "www.tiyatronunsesi.com" ve xwe bigihînin vî radyoyê û kanal di heman demê de dê ûçeyan jî bide. Çama wiha axivî: "Bi taybetî piştî ku bi ser şanoya me de hat gritin ew der ji bo me qadekî cuda ye. Ew çiqas kanalên me digirin em jî kanalên nû û ji bo rêxistinbûnê qadên nû vedikin. Radyoya Dengê Şanoyê jî dê bibe yek ji van qadan."

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN