DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

'Azadiya Ocalan azadiya jinan e'

 
2 Îlon
18:17 2016

EDENE (DÎHA) - Civînên ji hêl KJA'yê ve bi armanca şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin bi civînên gel berdewam dike.

Koordînasyona Kongreya Jinên Azad (KJA) a Edeneyê di çarçoveya kampanyaya, "Ez li Serokatî, ax û azadiya xwe xwedî derdikevim" de bi armanca şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li nûnertiyên taxên Kuçukdîkîlî, Denîzlî, Şakîrpaşa yên navçeya Seyhanê û Nûnertiya Navçeya Çûkûrovayê yên HDP'ê civînên gel pêk anîn. Di civînên bi sedan kes tevlêbûn de, welatiyan balkişand ser êrêşîn le ser gelê kurd. Welatiyan bi bîr xist ku tecrîda li ser Ocalan tê wateya êrîşa li ser gelê kurd û banga xwedîlêderketinê li herkesî kirin. Parlementera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş jî dicîna li Taxa Şakîrpaşa de axivî û balkişand ser êrîşên dewletê yên li ser kurdan.

Beştar daxuyand ku ev demek dirêj e, agahî ji Ocalan nayê girtin û ev tişt gotin: "Niha jin ji bo Ocalan li qadan e. Ev rewşek girîng e. Divê herkes piştgiriyê bide vê qampanyayê. Bi salan e li ser Birêz Ocalan tecrîd tê meşandin lê, ev tercîd derketiye astek neyê qebûlkirin. Lê em bawerin ku hevgiriya jinan dê hemû dijwariyan ji holê rake. Jin dê ji bo azadiya Serokatiya xwe jî dengê xwe bilind bike. Ev îrade dê teqez serbikeve jî. Birêz Ocalan ji bo azadiya jinê gelek ked da. Ji ber vê azadiya Ocalan azadiya jinan e."

(eb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN