DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Baluken: Qeyim darbeya li dijî vîna gel e

 
2 Îlon
17:02 2016

ENQERE (DÎHA) - Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Baluken, têkildarî qeyimê ya têkildarî şaredariyan diyar kir ku biryara KHK'ê ya qeyimê li dijî vîna meclîsê û şaredariyan e û got: "Tayinkirina bi qeyimê raste rast darbeya li dijî vîna gel e."

Serokwekîlê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Îdrîs Baluken, der barê biryara KHK'ê ya bi riya qeyimê karibe şaredariyan û saziyan desteser bike li salona Meclîsê civîna çapemeniyê pêk anî. Baluken, diyar kir ku ev berhemekî nû yê darbkeyê ye û raste rast êrîşa li dijî vîna gel e. Baluken, anî ziman ku çawa darbeya 15'ê Tîrmehê di dîrokê de cihê xwe girt, ev darbeya 2'ê Îlonê jî dê wisa di dîrokê de cihê xwe bigire. Biryarên KHK, 12'ê Îlonê, 28'ê Sibatê, 15'ê Tîrmehê û herî dawî jî niha biryarên KHK'ê heman tiştin.

Ev darbeya li dijî vîna meclîsê ye'

Baluken, da zanîn ku hevparên Lijneya Meclîsê bi hevre li dijî "Zagona turîk" derketin" bi riya KHK'ê dispêrin civaka gel.

Baluken herî dawî destnîşan kir ku niha dixwazin şaredariyên bi vîn û dengê gel hatine hilbijartin desteser bikin û ev darbeyek din e. Baluken, bilêv kir ku bi vî biryarê vîna meclisê û vîna gel li ber çavan nehatiye girtin û ev darbeya raste rast li dijî vîna gel e.

Şaxên darbeyê gihişt zanîngehan

Baluken, herî dawî destnîşan kir ku akademisyenên îmze avêtine bin deklerasyona aştiyê ew ji rastî êrîşan hatine û hemû ji peyvirê hatine dûrxistin. Baluken, da zanîn ku 41 hezar û 811 kedkarên cemaweriyê yên ji peyvirê hatine dûrxistin li dijî qanûna Bingehîn û zagonên Tirkiyeyê ne.

Baluken, bal kişand ser daxuyaniya Serokwezîr Binali Yildirim û wiha got: "Bê cidiyet dibêje çareserî tune ye. Peyama ku şer berdewam bike dide. Di nava çend saetan de 30 mirov hatin kuştin. Ev nêzîkatiya Serokwezir a mirovan e.
Ger ku ji ber kêmbûna performansê Efkan Ala ji peyvirê hatie girtin wê demê şerekî diwar li pêş me ye.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN