DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Ozsoy: Li Tirkiyeyê hemû qanûn tên binpêkirin

 
2 Îlon
16:51 2016

ENQERE (DÎHA) - Heyeta ku di nav de Serokê Meclîsa Parlamentoya Ewropayê Pedro Agramund li Navenda Giştî ya HDP’ê ziyaret kir. Piştî serdanê parlamenterê HDP'ê Hişyar Ozsoy axivî û der barê tayînkirina qeyûm a bi KHK'ê de nirxandina "Bi rastî ev biryar rezîliyekî mezin e. Êdî li Tirkiyeyê hemû qanûn tên binpêkirin. Ev şaştiyekî gelek mezin e" kir.

Heyeta ku di nav de Serokê Meclîsa Parlamentoya Ewropayê Pedro Agramund Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ziyaret kir. Agamund ji aliyê Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksedag, Alîkarê Hevserokê HDP’ê Hîşyar Ozsoy û parlementerên HDP’ê Feleknaz Uca û Ertugrul Kurkçu ve hat pêşwazîkirin. Hevdîtin ji çapemeniyê ve girtî hat kirin.

Piştî hevdîtinê Alîkarê Hevserokên HDP’ê Hîşyar Ozsoy der barê mijarên ku di hevdîtinê de hatin nirxandin daxûyanî da çapemeniyê. Ozsoy da zanîn ku di hevdîtên de mijarên wekî teşebûsa derbeya 15’ê Tîrmehê û fikrên wan ên der barê teşebûsa darbeyê hatin nirxandin.

‘Dengê hesên mûxalîf tê qutkirin’

Ozsoy diyar kir ku heyetê fikarên xwe ên der barê derbeyê anîn ziman û diyar kirin ku di bin navê têkoşîna derbeyê de dengê gelên mûxalîf tê qutkirin. Ozsoy destnîşan kir ku hikûmeta AKP’ê piştî hewldana derbeyê tu wane ne girtî ye. Ozsoy got ku ger piştî hewldana darbeya rewşa siyasî ya ku derket holê baş hatiba bikaranîn dê ji bo demokrasiyê tiştên gelek girîng derketibûyana holê.

‘Qanûn tên binpêkirin’

Ozsoy der barê Biryarnameya di Hikmê Qanûnê (KHK) a ku duh şev hat derxistin a qeyûmê de jî axivî û wiha got: "Bi rastî ev biryar rezîliyekî mezin e. Êdî li Tirkiyeyê hemû qanûn tên binpêkirin. Ev şaştiyekî gelek mezin e."

‘Dê rewş ber bi xetereyê ve biçe’

Ozsoy di dawiya axaftina xwe de balkişand ser kesên ku di bin navê endamtiya cemaetê de ji kar hatin dûrxistin û wiha pê de çû: “Heta niha 50 hezar kes ji kar hatin avêtin. Lê em baş dizanin ku gelek kesên bê sûc ü çi têkiliya wan ji cemaetê re tune ne jî ji kar hatine avêtin. Ger wiha berdevam bike dê rewşa Tirkiyeyê zêdetir ber bi xeteriyê ve biçe.”

(fd/sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN