DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Serokomar qerisand, Serokwezîr xelas kir

2 Îlon
16:20 2016

ENQERE (DÎHA) - Serokwezîrê Tirkiye Binali Yildirim der barê pêvajoya çareseriyê ku Serokomar Tayyîp Erdogan gotibû "Ket cemedxaneyê" got: "Çareseriya çi? Çareserî mareserî tune".

Serokomar Erdogan pişti pêvajoya hilbijartina 7'ê Hezîranê der barê pêvajoya çareseriyê de gotibû "Ket cemedxaneyê". Niha jî Serokwezîr Binali Yildirim der barê pêvajoya çareseriyê de gotinên balkêş gotin. Yildirim berî di 4'ê Îlonê de Amedê ziyaret bike û projeyên der barê 22 bajaran de aşkere bike li ser pêvajoyê axivî.

Yildirim der barê rewşa Sûrê ku ji aliyê hêzên dewletê ve bi mehan rastî êrîşa tang û topan hat û bi sedan xanî hatin xerakirin axivî û got: "Dê di salekê de mal bên teslîkirin. Warên dîrokî yên Sûrê û dê demek dirêj bixwaze.

'Çareserî mareserî tune ye'

Serokwezîr Yildirim der barê pêvajoya çareseriyê ku demek dirêj e behsa wê nehatiye kirin de axivî û got: "Hikûmeta me der barê ewlehiya navxweyî de qet tawîzan nade. Çareserî mareserî tune ye. Çareserî di welatiyan de ye. Wan ev firsend ji destê xwe revand. Em dê bi welatiyan xayinên nava xwe derxin. Pirsgirêka kurd tune. Pirsgirêka kurdan a bi PKK'ê re heye. Me piraniya vê pirsgirêkê xist bin kotrolê."

Qeyim dê şaredariyan bi rêve bibe

Yildirim, li ser biryara KHK'ê ya OHAL'ê ya têkildarî Qeyimê û şaredariyan de got: "Şaredariyên tev li rêxistinê bûbin, dê raste rast Qeyim karibe rêveberiyê biguhere. Mamosteyên ku bi rêxistinê re ketine têkiliyê jî dê bên guhertin."

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN