DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Jinên di zeviyên îsotan de dixebitin: Keda me tê xwarin

 
2 Îlon
09:09 2016

SELMAN KELEŞ / SERHAT WELAT DAGDELEN

WAN (DÎHA) - Karkerên jin ên li navçeya Westanê ya Wanê di zeviyên îsotan de dixebitin, bi destpêkirina rojê re heta roj diçe ava bi 35 TL'yî dixebitin. Jinan aşkera kir ku ew heqdestên xwe nagirin, ji ber germahiya havînê jî rûyên xwe dipêçin.

Jinên li navçeya Westanê ya Wanê di zeviyên îsotan de dixebitin, ji saetên serê sibehê dest bi kar dikin, heta roj diçe ava li zeviyan di şertên zehmet û bê ewlehî de xebatê dikin. Jinên di saet 05.00'an de li navçeyên wekî Elbak, Şax, Payîzava û navenda Wanê bi mînîbûsan tên girtin, li zeviyan dest bi xebatê dikin. Jinên beyî ku taştê jî bikin, di bin germahiya tavê de bi 35 TL'yî dixebitin. 50 jinên ku hin ji wan zarokên wan jî pêre ne, tenê xarin û rojê danekî jî çay ji bo wan tê dayîn.

Hemû zehmetiyên li zeviyan jin dikişînin, ji ber xwe xarkirinê di serî de pişt û gelek cihên laşên wan êş dikevê, ji ber germa havînê jî gelekî zehmetî dikişînin. Di karên zeviyan de ked jin didin, ên qazanc dikin jî bi gotina wan "çawûş" in.

‘Keda me tê xwarin’

Ceylan Kurt diyar kir ku ew di saetên serê sibehê de heta derengiya êvarê dixebitin, lê heqdestên xwe nagirin. Kurt aşkera kir ku tu ewlehiya karê wan tune û ev tişt got: "Karekî zehmet e, lê çareyeke din tune. Herî zêde ji ber germahiyê em tengasiyê dikişînin."

Rojîn Sanur jî der barê zehmetiyên kar de ev tişt anî ziman: "Em di nava hemû şert û mercên zehmet de jî heqdestê xwe nastînin. Em piştî êvarê diçin malê li malê jî dixebitin. Ev mehek e em dixebitin, ji bo em xwe ji tavê jî biparêzin, rûyê xwe dipêçin."

Şeyda Ateş a 16 salî jî got "Ji dirve em biçin bajarên Tirkiyeyê, ez li vir dixebitim. Herî kêm rojê 12 saetan em dixebitin. Heqdestê me 35 TL ye. Hem piştgiriyê didin malbatê û hem jî lêçûnên dibistanê derdixin."

(ms)




ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN