Di dema Soylu de hezar 319 kedkaran jiyana xwe ji dest da
ENQERE (DÎHA) - Di dema Wezaretiya Ewlehiya Civakî û Xebatê ya Suleyman Soylu yê ku şûna Wezîrê Karê Hundir Efkan Ala, weki Wezîrê Karê Hundir hate peyvirdarkirin de, herî kêm hezar 319 karkeran jiyana xwe ji dest da.
Piştî hevdîtina surpriz ya di navbera Serokomar Recep Tayip Erdogan û Serokwezîr Binalî Yildirim de hevdîtinek pêk hat û di encama hevdîtinê de Wezîrê Karê Hundir Efkan Ala ji peyvirê hat girtin. Li şuna Ala, Wezîrê Ewlehiya Civakî û Xebatê Suleyman Soylu hat peyvirdarkirin. Li gel ku komkujî û êrişên li hemberê kurdan yên herî zêde di dema Ala de hat jiyîn, li gel vê yekê Soylu di gotin û peyaman de ji Ala zêdetir dijberiya gelê kurd dike û heya niha bi heqaret û gefxwarinê li hemberê kurdan hate rojevê.
Li gel dijberiya Soylu ya li hemberê kurdan, derket holê ku Soylu ne dostê kedkar û karkeran ne jî. Di dema Wezaretiya Soylu ya Ewlehiya Civakî û Xebatê de him ji aliyek maf û azadiyên karkeran ji holê hate rakirin û him jî ji aliyê din ve jî kuştinên karkeran zêde bû. Cinayetên kar ên ku di dema desthilatdariya AKP'ê de zêde bûye, di dema wezaretiya Soylu de bi istikrar dewam kir.
Soylu di 24'ê Mijdara 2015'an de hate peyvirdarkirin û di 30'ê Tebaxê de jî dev ji wezîfeya Wezaretiya Ewlehiya Civakî û Xebatê berda. Li gor daneyên Meclîsa Ewlehî û Tenduristiya Kar (İSİG) di 8 mehên wezaretiya Soylu da herî kem hezar 319 karkeran di cinayetên kar de hatin kuştin.
Bilançoya 7 mehan
Li gor heman daneyan di dema wezaretiya Soylu yê 7 mehên 2016'an de hezar 49 karkerî jiyana xwe ji dest da. Meh bi meh jî hejmara karkerên ku jiyana xwe ji dest dan zede bûn. Di meha Çile de herî kêm 115, meha Sibatê de herî kêm 144, Adarê de 160, Avrêlê de 171, meha Gulanê de 123, Puşperê de 203, Tirmehê de 133 karkeran jiyana xwe ji dest da.
Li gor daneyên karkerên ku di cinayetên kar de hatin kuştin, herî zêde karker û kedkar ji inşaatan de an jî xebatên riyan de jiyana xwe ji dest didin. Ji hezar 319 kesên ku jiyana xwe ji dest daye, 220 jê karker û kedkarên inşaat an jî riya ne.
Her çiqas ku di dema Soylu de evqas kesî jiyana xwe ji dest dabe jî, ciyanetên kard di dema AKP'ê derketin asta herî bilind. Gelek buyerên mezin ên wekî, Soma, Ermenek, Torunlarê di dema AKP'ê de pêk hatin û tenê di buyera Somayê de 301 karkerî jiyana xwe ji dest da. Dîsa li gor daneyên İSİG'ê di 14 salên hikûmeta AKP'ê de herî kêm 17 hezar 790 karker û kedkarî di cinayetê kar de jiyana xwe ji dest da.
(fd/kk/ms)